Di mûşekbarana Îranê de 3 Îsraîlî hatin kuştin

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Mûşekbarankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Xizmetguzariya Bilez a Neteweyî ya Îsraîlê (Magen David Adom/MDA) ragihand ku di encama êrişa mûşekên balîstîk ên Îranê de li navenda Îsraîlê, 3 kes hatine kuştin.

Her wiha li gorî daxuyaniya MDAyê, 74 kesên din jî birîndar bûne.

Êriş bûne sedema wêrankariyeke mezin û herî kêm du avahî li deverên cuda yên navenda Îsraîlê hatine armanckirin.

Tîmên alîkariya bilez li cihê bûyeran lêgerîn û pişkinînên xwe berdewam dikin ji bo dîtina qurbaniyan.

Ev êrişa kujer piştî wê yekê tê ku Îranê ragihandibû ku di çarçoveya operasyona "Soza Rast 3" de li dijî Îsraîlê dest bi rêzeêrişên nû kiriye.

Di nava çar rojên borî de, Îsraîlê zincîreyek êrişên giran pêk anîne, ku tê de Serokê Îstixbarata Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û cîgirê wî hatine kuştin.

Her wiha êrişî avahiya Wezareta Karêb Derve ya Îranê, baregeha polîsan a li Tehranê, binkeyên mûşekan û binesaziya enerjiyê ya wî welatî kiriye.

Di beramber de, Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî bajarên mezin ên Îsraîlê yên wekî Tel Evîv û Heyfayê kiriye.

Berî vê êrişê, hejmara kuştiyan li Îranê gihîştibû 224 kesan û li Îsraîlê jî 14 kes bûn.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Orşelîm/Qudsê ragihand ku nikare welatiyên xwe veguhezîne û Balafirgeha Ben Gurion hatiye girtin.

Di heman demê de, serkirdeyên welatên G7ê li Kanadayê ji bo gotûbêjkirina krîzê di civînê de ne û bihayê petrolê jî li bazarên cîhanê bilindbûneke berçav tomar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst