PYD û tîma Neteweyên Yekbûyî civiyan

16-08-2025
RÛDAW
Nîşan PYD Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û tîma Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Şamê civiyan.

Heyetek ji PYDyê di çarçoveya hewldanên bipêşxistina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî bi tîma Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen û Birêvebirê Ofîsa Komîserê Bilind a Mafên Mirovan Ebdullezîz Ebdullezîz re hevdîtinek pêk anî.

Heyeta PYDyê bi serokatiya Hevseroka Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya PYDyê Sema Bekdaş û endamên rêxistina partiyê ya Şamê Mihemed Emîn û Feyrûz Xelîl beşdrî civînê bû.

Di civînê de, rûdawnê dawî yên li Sûriyeyê û rêyên çareseriyeke aştiyane ji bo avakirina baweriyê di navbera pêkhateyan de hatin gotûbêjkirin.

Tîma Pedersen ji şandeyê re tekezî li ser wê yekê kir ku ew pabendî bihêzkirina pêwendiyên di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de ne.

Wê tîmê her her wiha tekez kir ku ew piştgiriya Peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de dikin.

Aliyê PYDyê jî bal kişand ser gotinên nefret û kîndariyê ku li dijî Kurd û HSDyê têne kirin û diyar kir ku divê rê li ber wê yekê were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst