Li Qamişloyê 2 teqîn çêbûn

17-01-2025
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Teqîn Dron Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê du teqînên bihêz çêbûn.

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrişên dronên Tirkiyeyê de teqîn çêbûne.

Li gorî agahiyên ku ji cihê bûyerê hatine wergirtin, teqîn li avahiyeke sivîl a li taxa Xerbî ya devera Aşê Bozê çêbûne.

Teqîna yekem li qata serê yê avahiyê û teqîna duyem jî li depoya mazotê çêbûye.

Tîmên agirkujiyê çûn cihê bûyerê û agir vemirand.

Şahidan diyar kir ku beriya teqînan dengê ketina mûşekekê hatiye bihîstin.

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de teqîn çêbûne.

Hat ragihandin ku wan dîmenên ketina mûşekê jî qeyd kiriye.

Tîmên agirkujiyê agir kontrol kir û Hêzên Ewlehiyê herêm dorpêç kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst