Aktorê Amerîkî ji bo Nûdem Durak daxwaza alîkariyê kir

17-03-2022
RÛDAW
Nîşan Nûdem Durak Kurd Mark Ruffalo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aktor û derhênerê navdar ê Amerîkî Mark Ruffalo ji bo hunermenda Kurd Nûdem Durak daxwaza alîkariyê kir ku di zindanê de ye. Ruffalo amaje bi wê dike, “Sûcê wê? Stran. Stranên gelêrî yên gelê xwe yê Kurd dibêje.”

Nûdem Durak sala 2015an ji ber stranên Kurdî bi tohmeta “endamtiya rêkxistinê” ji aliyê hêzên ewlakariyê yên Tirkiye ve hatiye girtin.

Hunermenda Kurd di du dozên cuda de cezayê 19 sal zindankirin lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê de tê girtin.

Aktor û derhênerê navdar ê Amerîkî Mark Ruffalo li hejmara xwe ya Twitterê banga azadkirina hunermanda Kurd Nûdem Durak kir.

Mark Ruffalo dibêje, “Ev mirova bedew, dilovan, jêhatî di zindaneke Tirkiyê de tê ragirtin. Sûcê wê? Stran. Stranên gelêrî yên gelê xwe yê Kurd dibêje.”

Aktorê Amerîkî her di wê peyama xwe de ji bo Nûdem Durak daxwaza alîkariyê jî dike ku ew hunermenda Kurd bê azadkirin.

 

 

Zanayê navdar Noam Chomsky jî ji Tirkiye daxwaz kir ku hunermenda Kurd Nûdem bê azadkirin û got, “Cezayê ku li wê birîne bê dadiyek mezine. Bi hewldanên xwe yên dijî tundûtûjiyê û bi hunera xwe ya bi rûmet piştgirî dida tekoşîna demdirêj a gelê Kurd, mafên gelê Kurd û daxwazên wan ên rewa.”

Chomsky diyar kiribû, “Pêwîst e Nûdem ji ber karên xwe yên cewherî û dilêrane neyê cezakirin, berovajiya wê bê xelatkirin. Hêvî û baweriya min ew e ku dê were azad kirin, rê bê dayîn kar û jiyana xwe berdewam bike-herwiha piştgiriya wê bê kirin.”

Herwiha endamê grûpa Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters jî ji Serokkomarê Tirkiye daxwaz kiribû ku Nûdem were azadkirin û gotibû: "Ew xwişka me ye, nedana amûrên mûzîkê wê karekî ne dadperwerî ye.".

Heta niha gelek kesên navdar ên wek; Angela Davis, Ken Loach, David Graeber û Peter Gabrie jî daxwaza dadpereweriyê ji bo Nûdem Durak kiribûn.

Nûdem Durak sala 1988an li Dêrgûla ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye. Di nav malbateke dengbêj de mezin bûye. Di sala 2009a de li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê dest bi karê hunerî kiriye û di Koma Sorxwîn de stran gotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst