Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka DEM Partiyê li Silêmaniyê got, “Di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye û îhtimala wê heye ku li hemû herêmê belav bibe, em gelekî hewceyî piştgiriya NADAyê ne.”
Kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bû.
Gelek mêvanên ku di nav de Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka DBPyê Çîgdem Kılıçgun Uçar jî hebûn beşdarî kongreyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongrehê de axivî û got:
“Ji roja ku NADA hat damezirandin ve, ez wekî delege beşdarî xebatan bûm û ez ji nêzîk ve van xebatan dişopînim.
Em vê saziya enternasyonalîst ku ji jinên ji gelên cuda yên herêma me pêk tê, gelekî girîng dibînin.
Ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, ji bo tevgerên jinan û jinên ên li herêmê gelekî hêja ye.
Gelek tişt hene ku em ji hev hîn bibin. Ev taybetmendiya herî girîng a NADAyê ye. Em ji hev jî hîn dibin. Di heman demê de em fikrekê birêxistin dikin.”
Tulay Hatîmogullariyê di gotara xwe de pêvajo jî nirxandi û anî ziman:
“Ez dixwazim bi kurtasî behsa Banga Civaka Aştî û Demokratîk a ku Birêz Ocalan, bikim.
Li ser banga ku 27ê Sibatê hatiye kirin, kongreya PKKyê civiya û 12ê Gulanê biryara fesixkirinê hat ragihandin.
Ez jî di şandeya 27ê Sibatê de çûm Îmraliyê û dixwazim diyar bikim ku ez wekî yek ji şahidên vê banga dîrokî bi gelekî serbilind im.
Bandora van bipêşveçûnan ne tenê li ser Tirkiyeyê, li ser Îraq, Îran û Sûriyeyê, li ser çar parçeyên Kurdistanê jî dê gelekî girîng be.
Rûpeleke dîrokî hatiye vekirin ji bo aştî û siyaseta demokratîk. Em bi tevgera jinan a Tirkiyeyê û tevgera jinan a Kurd re, ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk ketine nav her cure hewl û pratîkê. Bi vê wateyê em li Tirkiyeyê xebatên gelekî girîng dimeşînin.”
“Em hewceyî piştgiriya NADAyê ne”
Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku divê NADA ji bo aştiyê piştgiriyê bide wan û da zanîn:
“Em rola ku jin di pêvajoyên aştî û muzakereyan de dilîzin, gelekî girîng dibînin.
Em difikirin ku aştiya bêyî jinan nikare paydar be. Helbet ne tenê li Tirkiyeyê an jî li Herêma Kurdistanê, li cîhanê jî ezmûnên gelek girîng hene.
Divê em bi hev re lê binêrin. Ez dixwazim behsa çend ji van ezmûnan bikim.
Koalîsyona Jinan a ji bo Aştiyê ya ku jinên Filistînê damezirandiye, Tora Piştgiriya Jinan a Îrlandayê, Rêya Bedew a jinên Kolombiyayê, Codepink ku li Amerîkayê wekî dijberiya şer û mîlîtarîzmê hatiye damezirandin, Dayikên Aştiyê ku ji jinên Kurd pêk tê ku li Tirkiyeyê salane kedê didin.
Her wiha Destpêşxeriya Jinan a ji bo Aştiyê ku ji jinên hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bi hevparî hatiye damezirandin, di vê wateyê de ezmûn û pratîkên girîng in ji bo pêşengiya pêvajoyên aştiyê.
Ez dixwazim du mînakan lê zêde bikim. Yek ji van, Tevgera Jinan a Aştiyê ya Lîberyayê ye. Tevgera Jinan a Lîberyayê, bi anîna aliyan a kêleka hev, roleke gelekî girîng lîst di avakirina aştiyê de.
Li pey banga ku birêz Ocalan 27ê Sibatê kir, biryara fesixê ya PKKyê, bê guman gaveke girîng e ji bo avakirina aştiyeke nû li Tirkiyeyê.
Bi vê wateyê jî, Destpêşxeriya Jinan a Ez Hewceyî Aştiyê me li Tirkiyeyê dest bi xebatên xwe kir û didomîne. Ez dixwazim daxwazekê ji NADAyê bikim.
Em gelekî hewceyî piştgiriya NADAyê ne ji bo avakirina aştiyê ya di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye û îhtimala wê heye ku li hemû herêmê belav bibe.
Ez ji dil û can bawer dikim ku NADA dê van pêşhatan bibîne û dê di nav hevgirtinê de be.
Min nexwest vê yekê li vir bi taybetî diyar bikim.”
Hatîmogullariyê nêrînên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman û got:
“Me got ezmûnên ku hatine jiyîn rê nîşan didin. Ez bi dayîna çend mînakan ji van ezmûnan bawer dikim ku modela civaka demokratîk dikare hinekî di serê me de bibe tiştek.
Sînevizyona ku me temaşe kiriye, axaftinên ku hevalên me kirine bi vê wateyê mînakên gelekî konkret didin.
Şoreşa Jinan a Rojavayê ya ku bûye sembola têkoşîna li dijî êrişên mêrsalar û zayendperest.
Gundê jinan Jinwar, modelek e ku tê de jiyana komunî tê avakirin.
Divê bi taybetî ji aliyê me hemûyan ve bê lêkolîn. Civaka Jinan a Zenûbyayê ku ji hêla jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û Siryan ve hatiye damezirandin û li dijî tundiya li hemberî jinan têdikoşe.
Ev ezmûnên gelekî girîng in ku divê hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê xwedî lê derkevin.
Şoreşger, çavkaniya îlhamê ye. Avakirina civaka demokratîk bi her awayî gengaz e.
Berî her tiştî em baweriyê bi vê bînin. Bi vê wateyê em xwe ji hêla îdeolojîk ve bihêz bikin û em karibin pêşengiya rêxistineke xurt di çarçoveya vê îdeolojiyê de bikin. Em ji pratîka hev hêzê bistînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse