Stenbol – (Rûdaw) - Piştî navber û betlaneya du meh û nîvan, Parlamentoya Tirkiyeyê doh deriyê xwe vekir û ev yek hêvî û bendewariyên ji bo pêvajoya çareseriyê zêdetir kir.
Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê xebatên xwe didomîne û aliyên Kurd diyar dikin ku êdî dora dewletê ye ku gavên yasayî bavêje.
Li gorî rapirsiyan, pêvajoya çareseriyê rojeva sereke ya Tirkiyeyê ye û piştgiriya ji bo pêvajoyê ji sedî 70î derbas kiriye.
Lê neavêtina gavên berbiçav, bi taybetî di nav civaka Kurd de, dibe sedema zêdebûna guman û pirsan.
DEM Partî: Êdî dora dewletê ye
Berpirsên DEM Partiyê ji Rûdawê re diyar kir ku aliyên Kurd gavên pêwîst avêtine û êdî dor hatiye dewletê.
Partî li bendê ye ku yasayên ji bo vegera endamên PKKyê bên amadekirin, yasaya têkoşîna li dijî "terorê" were guhertin û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku ji Rûdawê re got, “Pêvajoya aştiyê bi aliyekî tenê nameşe, divê her du alî jî li hemberî hev gavan bavêjin.
Em li bendê ne ku ji 1ê Çiriya Pêşîn şûn ve êdî dewlet gavên berbiçav bavêje.
Mînak, divê girtiyên siyasî bêne berdan û yasaya înfazê bê guhertin. Her wiha divê Komîsyon guh bide Birêz Ocalan.”
Uras: Pêvajo nexitimiye, dê berdewam bike
Akademîsyen û siyasetmedar Dr. Ufuk Uras jî ji Rûdawê re diyar kir ku pêvajo ji bo gavên berbiçav êdî derbasî qonaxa parlamentoyê dibe û heta niha pirsgirêkeke ku pêvajoyê bixitimîne xuya nake.
Dr. Ufuk Uras got, “Ya rast pêvajo bi awayekî maqûl dimeşe. Jixwe Devlet Bahçelî eslê meseleyê anîbû ziman û gotibû: ‘Ocalan û PKKyê tişta hewceye kirin, niha dora dewletê ye.’
Bi rastî jî êdî dora siyasetê ye. Tê çaverêkirin ku yasaya înfazê biguhere û efûya qismî bê ragihandin. Lê mijara sereke helbet guhertina destûra bingehîn e.”
"Divê zimanê Kurdî di destûrê de cih bigire"
Saziyên civakî yên Kurdan jî daxwazên xwe tînin ziman. Hevserokê Komeleya KAYY-DERê, Tuncay Gokçe, got, “Di vê heyama girîng de hin daxwazên me yên sereke hene.
Berpirsyariya me ya sereke xwedîlêderketina çand û zimanê me ye. Em dixwazin ku çand û zimanê me yê Kurdî di destûra bingehîn de cih bigire û bê mîsogerkirin.”
Çav li serdana Îmraliyê ne
Li aliyê din, tê payîn ku heyeta berfireh a DEM Partiyê ku ji Hevserokên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan jî pêk tê, serdana Girava Îmraliyê bike û bi Abdullah Ocalan re bicive.
Lê belê dema serdanê hîn nehatiye eşkerekirin.
Her wiha MHP û DEM Partiyê pêşniyar kiribûn ku Komîsyona jî bi Ocalan re hevdîtinekê bike.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî li ser vê yekê gotibû ku ev mijar di rojeva Komîsyonê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse