Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê 3 çadirên penaberan şewitîn, tenê ziyanên madî hene.
Îro sibehê agir bi çadireke Kampa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê ket û piştre gihişte du çadirên din, hersê çadir şewitîn.
Li gor zanyariyên berdest ziyanên madî yên mezin gihiştin xwedanên wan.
Xwediyê çadirê ji Rûdawê re got ku, eger cîran bi wan ve nehatibana, wan nedikarî xwe rizgar bikin.
Kampa Berdereşê ku li navçeya Berdereş a ser bi parêzgeha Duhokê ve ye di sala 2014an de hatiye vekirin û niha zêdetirî 4 hezar û 500 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê têde ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse