Li Mûş û Sêrtê qezayên trafîkê: 23 kes birîndar bûn

17-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sêrt Mûş Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mûş û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên trafîkê yên cuda de bi giştî 23 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.

Qezaya yekem îro li ser rêya navbera navçeya Gimgim a Mûşê û Kanîreşê ya Çewlîgê qewimî.

Li nêzîkî gundê Taşdîbekê, ji ber sedemeke nediyar 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn û hat zanîn ku rewşa 3 birîndaran giran e.

Birîndar bi ambulansan ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê hatin veguhastin.

Qezaya duyem jî şeva borî li navçeya Berwariyê ya Sêrtê li nêzîkî gundê Kilîsê çêbû.

Hat zanîn ku minîbûseke ku welatiyên ji şahiya dawetekê vedigeriyan tê de bûn wergeriya.

Di vê qezayê de jî 15 kes birîndar bûn ku 5 ji wan zarok bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê û çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst