Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan diyar kir ku bi siyaseta mijûlkirinê cewhera çareseriyê tê pûçkirin û got, "Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê dike."
Duran Kalkanê ku yek ji avakerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, di bernameyeke taybet a Medya Haberê de tecrîda li Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê nirxand û got, "Mifteya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."
Kalkan da zanîn ku li ser banga Abdullah Ocalan, PKKyê dawî li hebûna xwe ya rêxistinî aniye û stratejiya têkoşîna çekdarî guhertiye û got:
"Weke Tevger, weke PKK me di nava du meh û heft rojan de banga Rêber Apo bê kêmasî bi cih anî" lê li hemberî vê yekê aliyê dewletê ti gav neavêtine.
"Komîsyon cewherê kar vala dike"
Duran Kalkan, Komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê rexne kir û karên wê wekî "valakirina cewhera meselê" û "pûçkirina pêvajoyê" wesifandin.
Wî pirsî ku çima komîsyon bi mixatabê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê nake û got:
"Çima derfet nayê afirandin ku Rêber Apo biçe komîsyonê û biaxive?"
Kalkan da zanîn ku divê pêvajo derbasî "qonaxa mizakereyan" bibe û ji bo çareseriyê divê dewlet gavên demokratîkbûnê biavêje.
"Li çiyê zarokên ku li benda vegerê ne, nînin"
Kalkan li ser mijara çekdanînê jî helwesteke tund nîşan da û got:
"Ti zarokên ku li çiyê li bendê ne çekên xwe bavêjin û bibezin ber çokê dayîk û bavê xwe, nînin... Li çiyê şervanên azadiyê yên fedayî hene ku ji bo azadî û demokrasiyê derketine ser çiyê.
Rêber Apo wê di wan şert û mercan de be, şervanek dê çeka xwe deyne û biçe nav gel."
Kalkan di dawiyê de diyar kir ku çareseriya pirsgirêkê bi guhertina şert û mercên Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî dest pê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse