Duran Kalkan: Divê Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive

21-08-2025
RÛDAW
Nîşan Duran Kalkan PKK Abdullah Ocalan Kurd Komîsyona Parlamentoyê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkanê ku yek ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye derbarê kar û xebatên komîsyona li parlamentoyê diyar kir ku divê Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê bê guhdarîkirin.

Kalkan her wiha polîtîkayên Tirkiyeyê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rexne kirin û got, "Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê dijminatiya Kurdan dike."

Duran Kalkanê ku ji pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye şeva borî li ser pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirinê ji ANFyê re axivî.

Duran Kalkan li ser Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê amaje bi wê yekê da ku divê Ocalan û kesên li Îmraliyê biçin parlamentoyê û beşdarî komîsyonê bibin û bên guhdarîkirin.

"Nûnerê aliyekî ye"

Kalkan li ser vê yekê wiha got, "Abdullah Ocalan alîyekî van hemû pêvajoyan, sermuzakerevanê aliyê Kurd e.

Ji ber vê yekê, divê Rêber Apo jî bi plansazî û demeke maqûl û di asteke têr de bê guhdarkirin.

Helbet ne tenê Rêber Apo, sermuzakerevan bi tena serê xwe nîne! Yanî, şandeyeke wî heye.

Nûnerê aliyekî ye. Aliyê Kurd, aliyê demokrasiyê ye. Mîmar û pêşengê demokratîkbûnê ye.

Fikra vê yekê hildiberîne, polîtîkayên wê datîne holê, rêya çareseriyê pêş dixe.

Li hundir û derve jî her kes vê yekê qebûl dike û dibîne. Kesayet û partiyên din jî tevlî vê dibin.

Lê belê rastiyeke bê nîqaş e ku Rêber Apo di asteke pêşeng û diyarker de vî karî dimeşîne.

Ji ber vê yekê divê ew bi awayekî çalak tevlî bibe. Di vî warî de helbet divê şert û mercên wî guncaw bin.

Ev nêzîka mehekê ye ku tu hevdîtin çênabin. Sermuzakerevan e lê nikare bi beşên ku nûnertiya wan dike re hevdîtinê bike.

Nikare bi dînamîkên civaka Kurd re bicive. Wek rêberê rêxistinê dîl tê girtin.

Mînak, têkiliya wî bi rêxistina wî re nîne, nikare hevdîtinê bike. Nikare şandekê ava bike.

Wate nikare amadekariyan bike. Lê divê ev hemû hebin. Pêwîst e Rêber Apo ligel şanda xwe bê guhdarkirin."

"Tirkiye hewl dide ku mafên Kurdan li qada navneteweyî neyên nîqaşkirin"

Kalkan di axaftina xwe de rexne li polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin û tekez kir ku Tirkiye hewl dide mafên Kurdan li qada navneteweyî neyên nîqaşkirin û pê de çû:

"Hema bêje desthilata heyî, ji tirsa ku Kurd wê bi bandor bibin, li Sûriyeyê yekîtiya demokratîk asteng dike.

Ji ber ku Kurd jî beşdar dibin, li dijî avakirina Sûriyeyeke demokratîk a bi tevlîbûna hemû aliyan derdikeve.

Mînak, hêzên navneteweyî ketin dewrê. Hate pêşbînîkirin ku Hêzên Koalîsyonê li Parîsê civînekê li dar bixin. Hakan Fîdan çû û di rojekê de red kirin.

Her kes dizane ku Şara, li ser bingeha nêrînên Hakan Fîdan eşkere kir ku ew dê beşdarî civîna Parîsê nebe.

Endamên Dîwana Hevserokatiya PYDyê daxuyanî da.

Hat gotin ku sedema vê yekê ew e pirsgirêka Kurdan di platformeke navneteweyî de nekeve rojevê û rê li ber nîqaşkirina mafên Kurdan di platformeke navneteweyî de bê girtin.

Polîtîkayeke ku hewqasî li dijî Kurdan e, wê çawa pirsgirêka Kurdan di çar parçeyan de, li Rojhilata Navîn çareser bike?

Wê çawa Tirkiyeyê demokratîk bike? Çawa dikare bibe hêza demokratîk a Rojhilata Navîn? Rewşeke wiha pêk nayê."

Kalkan rexne li desthilata AK Partiyê jî girtin û got ku ziman û polîtîkayên xwe li gorî pêvajoya nû sererast nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst