Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 8 gerîlayên ku di sala 2017an li herêma Metînayê di pevçûnan de canê xwe ji dest daye eşkere kir.
HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her heşt gerîla li hemberî êrişan "bi fedaî şer kirine, canê xwe ji bo gelê me kirine mertal" û ew wan wekî "milîtanên fedaî û pêşengên gel ên Apoyî" bi bîr tînîn.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên 8 gerîlayên hatine eşkerekirin wisa ne:
Zagros Cîlo: Navê wî yê fermî Muhîttîn Kaya ye, ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye û 25ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Piling Jan Colemêrg: Navê wî yê fermî Necmettîn Yaşar e, ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye, 25ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Êriş Feraşîn: Navê wî yê fermî Ahmet Abî ye, ji Wana Bakurê Kurdistanê ye û 25ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Hêjar Zinar: Navê wî yê fermî Erkan Hakîr e, ji Wana Bakurê Kurdistanê ye, 25ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Sekvan Zagros: Navê wî yê fermî Recep Taniş e ji Wana Bakurê Kurdistanê ye û d 25ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Têkoşîn Cûdî: Navê wê yê fermî Yildiz Yilmaz e, ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û 31ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Mervan Hêvî: Navê wî yê fermî Tacettîn Baydir e, ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye 16ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Zemanî Sirûc: Navê wî yî fermî Okkeş Akbalik e û ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye, her wiha 16ê Gulana 2017an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
HPGyê di daxuyaniyê de, behsa çîrokên jiyana her heşt gerîlayan kir û da zanîn ku ew ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Colemêrg, Wan, Şirnex, Mûş û Rihayê tevlî nav refên wê bûne.
HPGyê di dawiya daxuyaniya xwe de ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse