Hewlêr (Rûdaw) – Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, di otelekê de cenazeyê welatiyekî Tirkiyeyê hat dîtin.
Berdevkê Polîsê Zaxoyê diyar kir ku kesê li otelê miriye ji parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê ye û navê wî Îbrahîm Ozturk e û 54 salî ye.
Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Ramazan ji Rûdawê re ragihand:
“Kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin, doh hatiye otelê û qet ji odeya xwe derneketiye. Îro ber bi êvarê ve rêveberiya otelê agahî da polîsan.
Li ser agahiyê, tîmên delîl û tawanan çûn cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.
Polîsan cenazeyê zilamekî dîtin lê li ser laşê wî ti nîşanên birîn û guleyan nebû. Me guman bir ku ew ji ber krîza dil miriye.
Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, cenazeyê wî ji Bijîşkiya Dadwerî ya Dihokê re hat şandin.”
Heta niha xizmên wî ji bo wergirtina cenaze nehatine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse