HSDê li Reqayê 3 çekdarên DAIŞê girtin

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Reqayê 3 çekdarên DAIŞê girtine.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “HSDê li Reqa du opeasyonên yekalî pêk anî û çekdarên DAIŞê hatin girtin.”

Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê yekê kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve di plana operasyonê de alîkariya wan kirine û di encamê de "Çekdarekî navdar ê DAIŞê Husên Xelîl Hisên, serkirdeyê şaneke DAIŞê Ebdulcebar Îmad Muxlif û yek ji alîkarê DAIŞê Xalib Semîr Mihemed bi awayekî serketî girtin.”

Fermandarê Hêza Peywira Hevbeş a Operasyonên Taybet Claude Tudor got “Şiyana HSD ya plansazkirin û pêkanîna operasyonên tevlîhev li herêma Reqqayê ji armancên me yên hevpar ên di têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê de cih digire.”

Herwiha Hevpeymana Navdewletî dibêje ku ew dê li ser hevkariyeke serketî ya bi HSD re bimîn, da ku ewlehî û aramî li herêmê dabîn bike.

Di şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2013an de, Reqa ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve hatibû girtin.

Di sala 2014an de DAIŞê Reqa girt û kir paytexta xîlafeta xwe û di encamê de bajar bû armanca êrîşên asmanî yên Sûriyê, Rûsya, Amerîka û çend welatên din û rastî wêraniyeke mezin hat.

Di 17ê Cotmeha 2017an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk rizgarkirina tevahiya bajêr ji destê DAIŞê ragihand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst