Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf pêwendiyên dualî nirxandin

18-05-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Baqir Qalîbaf Nêçîrvan Barzanî Foruma Diyalogê ya Tehranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser bingeha hevkariya berjewendiyên hevbeş tekeziyê dikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf daxuyaniyek belav kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf pêşvebirina pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.

Li gorî Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de her du aliyan pêşveçûna pêwendiyên xwe nirxand.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgirî û hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya xwe anî zimên.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê her wiha eşkere kir ku her du aliyan pêşhatên dawî û rewşa herêmê û astengiyên wê nirxand û li ser pêwîstiya hevahengiya aliyên pêwendîdar ji bo parastina aramî û îstîqrarê li hevdû kir.

Nêçîrvan Barzanî doh bi vexwendineke fermî gihîşt Tehrana paytexta Îranê û îro beşdarî li Foruma Diyalogê ya Tehranê bû û di forumê de li ser rewşa herêmê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û Tehranê gotarek pêşkêş kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Rûdawê re eşkere kir ku dîplomasî û civînên dualî yên Nêçîrvan Barzanî dê sibe jî li Tehranê berdewam bikin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst