Du caran pêlî mayinê kir: Cara yekem lingê xwe û cara duyem jiyana xwe ji dest da

18-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamend Hemed Emîn ê 65 salî ku şivan bûye, li Zozanên Mêrgedirêjan a li navçeya Hacî Omeran a Hewlêrê, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku berê jî Mamend Hemed Emîn ji ber mayinekê lingekî xwe ji dest daye.

Berpirsê Giştî yê Karûbarên Mayinan li Hewlêrê Raber Enwer ji Rûdawê re ragihand, gundiyê bi navê Mamend Hemed Emîn ku ji bo çêrandina ajelên xwe çûbû Zozanên Mêrgedrêjanê, li pîlî mînekê dike û ew li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Raber Enwer diyar kir ku cenazeyê Mamend Hemed Emîn destpêkê birine nexweşxaneya Çomanê û piştre bo Morga Tiba Dadî ya Soranê hatiye veguhestin.

Hate zanîn ku Mamend Hemed Emîn berê jî li pêlî mayînekê kiriye û lingekî wî jê bûye.

Li Zozanên Mêrgedirêjan a Hacî Omeran ku dikeve li ser sînorê Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê, meha borî jî welatiyekî ji navçeya Çomanê ji ber mayînê birîndar bibû.

Li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, gelek mayîn ji dema şerê Îran û Iraqê ve û herwiha ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de hene. Mayînên li devere bûne metirsiyeke cidî li ser jiyana xelkê wê derê.

Tîmên pûçkirina mayînan ên girêdayî Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayinan li Hewlêrê, her sal xebatên paqijkirina mayîna dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst