Perwîn Îbrahîm: Ez dixwazim li parlamentoyê bibim dengê Kurdan

18-07-2020
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Sûriyê Perwîn Îbrahîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroko Partiya Ciwanan li Sûriyê Perwîn Îbrahîm ku xwe ji bo parlamentoya Sûriyê di hilbijartinên sibe de kiriye namzed dibêje ku ew dixwaze li parlamentoya ku ti hêviyên Kurdan jê nameye, bibe dengê Kurdan û êşa wan bîne ziman.

Li Sûriyê li herêmên di bin kontrola hikumetê de, biryar e sibe Yekşemê 19ê Tîrmeha 2020an hilbijartinên parlamentoya Sûriyê birêve biçe.

Perwîn Îbrahîm, ku xwe kiriye bo endamtiya parlamentoya Sûriyê xwe kiriye namzed, jineke ji Qamişlo ye, siyasetmedar e, seroka partiyekê ye, di nava partiya wê de gelek ciwan hene û gelekî bi xwe bawer e ku ew ê derbasî parlamana Sûriyê bibe û ew dê bibe yekemîn jina Kurd ku dibe parlamenter.

Seroka Partiya Ciwanan Perwîn Îbrahîm diyar kir, ku her çiqas parlamentoya Sûriyê lawaz be, bê rol be jî, lê divê Kurd têde hebin û daxwaza mafê xwe bikin û got: “Ev parlamentoya ku hêviya kesî têde tune, ez dixwazim dengê me têde hebe, êşa milet bighînim. Bernameya me ya hilbijartinan aborî û civakî ye. Nakokiyên di nava hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser û ENKSê de, ziyanê li milet dike.”

Eger hat Perwîn Îbrahîm di hilbijartinan de serbikeve ew dibe yekem jina Kurd ku derbasî parlamentoya Sûriyê dibe.

Îbrahîm ne bi projeya TEVDEM re û ne ligel nêrîna ENKSê ye, ew dixwaze hikûmeta Sûriyê bi rêya destûrê mafê kurdan bide wan.

Perwîn Îbrahîm herwiha dibêje: “Divê mafê kurdan bi destûra Sûriyê rebigehêje tevahiya xelkê, ne ev hikumet here û yek din bê, îtîraf neke, yê ku heye jî projeyên biçûk, projeya Xweser ne xerabe lê ne bi vî rengî.”

Sibe welatiyên Sûriyê berê xwe didin sindoqan, ji  07.00 sibê heya 19.00 êvarî mafê wan yê dengdanê heye namzedên xwe hilbijêrin ku 2100 kes li ser 250 kursiyan kêbirkiyê dikin.

Biryar bû hilbijartinên parlementoya Sûriyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, roja 13ê Nîsana 2020 bihatiba lidarxistin, lê ji bo 20ê Gulana îsal hatibû paşxistin

Berovajî navçeyên din ên Sûriyê, li Rojavayê Kurdistanê girîngî bi hilbijartinên parlamentiyê nayê dan, ji ber ku li wê parlamentoyê ti carî behsa mafê Kurdan nehat kirin.

Sindoqên dengdanê jî, li devrên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de nayên danîn, tenê li çargoşeyên ewlekariyê proseya dengdanê dê birêve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst