Li Helebceyê 2 rojan şîna giştî hat ragihandin

18-08-2025
RÛDAW
Nîşan Helebce Simko Sala Nûxşe Nasîh Agirê Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgara Helebceyê Nûxşe Nasihê li parêzgehê 2 rojan şîna giştî ragihand.

Hat zanîn ku ji ber di agirê daristanan de 2 welatiyan canê xwe ji dest daye 2 rojan şîna giştî hat ragihandin

Qaymeqamê Helebceyê Simko Sala jî got, “Agir careke din geş bûye.”

Parêzgariya Helebceyê daxuyaniyek belav kir û got, “Parêzgeha me rûbirûyê karesateke dilsoj a şewatê bû.

Mixabin ji ber wê du xortên dilsoz ên parêzgeha me şehîd ketîn ku di oxira parastina jîngeh û axê de canê xwe bexiş kirin.

Em wan wekî şehîdên jîngehê yên Helebce û Kurdistanê bi nav dikin.

Ji bo rêzgirtina li canê wan ê pak û ji bo hevparîkirina xema malbatên wan ên birêz, Parêzgara Helebceyê biryar da ku ji bo 2 rojan şîna giştî ragihîne.

Ji bo vê mebestê jî, alaya pîroz a Kurdistanê dê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên li Parêzgariya Helebceyê heta nîvî bê daxistin.”

Parêzgara Helebceyê her wiha biryar da ku ji ber heman sedemê “hemû aheng, bîranîn û çalakiyên şahiyan jî bên rawestandin.”

Nûxşe Nasihê beriya daxuyaniyê ji Rûdawê re gotibû, agirê daristanên Helebceyê berdewam dike û wan ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwestiye.

Qaymeqamê Helebceyê jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Heta niha, saet 08:45ê êvarî, ji Silêmaniyê ti tîm ji bo alîkariyê nehatiye û tenê tîmeke xwebexş ji Pênciwênê hatiye parêzgehê.”

Simko Sala her wiha got, “Agir careke din geş bûye û li nav daristanê belav dibe.”

Li gorî agahiyên Birêvebiriya Parastina Sivîl a Helebceyê dayê Rûdawê, ji ber şewatê 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Yek ji wan jîngehparêzê bi navê Arî Muxtar bû ku şeva borî derdora saet 23:00yan canê xwe ji dest daye.

Ew kesê din jî polîsê daristanê bû û navê wî Mihemed Heyder e ku îro piştî nîvro canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst