Hewlêr (Rûdaw) - Agirê li daristanên Helebceyê ev 3 roj in berdewam dike û li parêzgehê 2 rojan şîna giştî hat ragihandin.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Helebceyê eşkere kir ku eger rewşa hewayî guncav be, ew dê îro agir vemirînin.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Helebceyê Zanyar Omer ji Rûdawê re got, "Ji ber şewatê heta niha 2 kesan canê xwe ji dest daye û çar kes jî birîndar bûne. Agirê li daristanê jî berdewam dike."
Di roja yekem a şewatê de (17ê Tebaxê), jîngehparêzekî canê xwe ji dest da û 2 karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan jî ji ber dûxanê jehrî ketin.
Doh jî polîsekî daristanê canê xwe ji dest da û du welatî jî bi sivikî birîndar bûbûn.
Zanyar Omer got, "Parêzgarê Helebceyê ji Parêzgariya Silêmaniyê xwest ku hinek amûrên taybet bişînin. Ew amûrên pêwîst hatin şandin.
Niha em hewl didin bendên agirbirînê çêkin. Eger rewşa hewayê alîkar be, em dê îro bi temamî agir vemirînin."
Li gorî agahiyên ku Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Helebceyê dane Rûdawê, ji ber şewatê 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Yek ji wan jîngehparêzê bi navê Arî Muxtar bû ku pêrê êvarî derdora saet 23:00yan canê xwe ji dest daye.
Ew kesê din jî polîsê daristanê bû û navê wî Mihemed Heyder e û doh piştî nîvro canê xwe ji dest dabû.
Doh Parêzgara Helebceyê Nûxşe Salihê li parêzgehê 2 roj şîna giştî ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse