Mezlûm Ebdî li Dihokê ye

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn Dihok Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo beşdariya Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn gihîşt Dihokê.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ku ji Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed pêk tê danê êvarê gihîşt Dihokê.

Şande dê sibe beşdarî Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bibe ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin.

Malpera fermî ya Forumê hatina Mezlûm Ebdî piştrast kir.

Di forumê de, ku gelek kesayetên payebilind ên siyasî û ewlehiyê yên ji herêmê û cîhanê beşdar dibin, pirsgirêkên li Îraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên gotûbêjkirin.

Tê payîn ku Mezlûm Ebdî di çarçoveya serdana xwe de li gel hejmarek ji berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê jî hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst