Li Bakurê Kurdistanê sir û seqem bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike

18-12-2022
RÛDAW
Li Bakurê Kurdistanê sir û seqem bandoreke neyî li ser jiyana welatiyan dike
Li Bakurê Kurdistanê sir û seqem bandoreke neyî li ser jiyana welatiyan dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê gelek cih bi berfê nixumîn, sermaya ku çêbû bandorê li ser jiyana rojane ya welatiyên dike.

Ji ber sir û seqema dijwar li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê her derê qeşa girtiye, lê ligel vê yekê jî bi spîbûna her derê dîmenên bêhempa jî derketine holê.

Li parêzgeha Erdexanê li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê bi şevan pileya germê daketiye bin sifirê 5 pileyan.

Welatiyek dibêje: “Serma vê derê ya Sibiryayê derbas kiriye. Îsal zivistan dereng hat Erdexanê lê dijwar hat.”

Li parêzgeha Agiriyê jî mij û moran heye û çûnûhatina welatiyan zehmet kiriye.

Herwiha ji ber sermayê camên otomobîlên welatiyan jî qeşa girtine û bi paqijkirina wan dest bi rojê dikin.

Welatî Ahmet Taşdemir dibêje: “Wek her sal careke din em rûbirûyî zehmetiyan dibin. Îsal hê zêde berf nebariya ye lê hewa gelekî sar e.”

Ligel van hemû zehmetiyan li parêzgeha Qersê ku nîştecihên wê ferî hewaya sar bûne çaverê dikin ku berf bibare û li ser berfê xwe bişemitînin an jî biçin navendên kaşûnê.

Welatî Turhan Koçaş jî got: “Bi şevan ez bawer im serma di bin sifirê heta 7 pileyan jî dadikeve. Ji ber serê sibê her derê qeşa girtibû. Dar û otomobîlên me jî di nav de. Em wek kaşûnhez li benda barîna berfê ne.”

Li navçeyên  Pilemûriyê, Qisle, Xozat û Pulur ên Dêrsimê jî berf barî.

Welatiyan berfa li ber deriyên xwe û ser wesayîtên xwe paqij kir. Kesên ku heywanan xwedî dikin jî pez û bizinên xwe li mêrgên ku berfê spî kiriye çêrandin.

Tîmên Rêbejayê yên Îdareya Tayebt jî ji bo ku rê neyên girtin berfê paqij kirin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê dijwar derbas dibe lê îsal berfa yekem a salê dereng bariya û serma û seqem berdewam e. Li gor Saziya Keşnasî ya Tirkiyê dê ev serma berdewam be û hişyarî dide ku welatî li gor vê yekê tedbîrên xwe werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst