Foza Yûsif: Em dê şerê rûmetê bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Foza Yûsif HSD Kobanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Desteya Dan û Standinan a Rêvebiriya Xweser Foza Yûsifê diyar kir ku ji civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer encameke erênî derneketiye.

 Foza Yûsiv derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên li Şamê ji Rûdawê re daxuyaniyên giring dan.

Foza Yûsifê eşkere kir ku ji civîna Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ti encameke erênî derneket.

“Şam daxwaza radestkirinê dike”

Foza Yûsifê diyar kir ku Mezlûm Ebdî niha ji Şamê vedigere û tê Rojavayê Kurdistanê. Yûsifê li ser daxwazên hikûmeta Şamê wiha got: “Şam ji me dixwaze ku em her tiştê Rêvebiriya Xweser birûxînin û radestî wan bikin. Her wiha ji me daxwaz dikin ku em bajarê Kobaniyê radestî wan bikin.”

Girtiyên DAIŞê hatin berdan: “Êrişî me dikin”

Hevseroka Desteya Dan û Standinan bal kişand ser metirsiya DAIŞê û got:

“Girtiyên DAIŞê yên li girtîgeha Şedadê hatine berdan û niha DAIŞî êrişî me dikin.”

Fozayê hevdem Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî wekî “şirîkê plana li dijî Kurdan” pênase kir.

Kobanî di bin dorpêçê de ye

Foza Yûsifê derbarê rewşa meydanî de hişyarî dan û got ku bajarê Kobaniyê niha hatiye dorpêçkirin.

Yûsifê eşkere kir ku hêzên wan li ser sînorê Eyn Îsayê ne û parastina herêmê dikin.

Rexneyên li dijî Amerîkayê

Yûsifê rexneyên tund li Amerîkayê girtin û anî got, “Amerîka li hemberî van êrişan bêdeng e. Amerîka şirîkê Peymana Parîsê ye.”

“Biryara me berxwedan e”

Foza Yûsifê di dawiya axaftina xwe de helwesta Rêvebiriya Xweser bi van gotinan diyar kir û got: “Biryara me berxwedan e. Em şer naxwazin lê heke êriş hebin, em dê bi her awayî xwe biparêzin.”

“Biryarên Ehmed Şer li qadê nehatin bicihkirin”

Foza Yûsifê tekez kir ku ji civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer encamek derneketiye û wiha pê de çû:

 “Li her derê pevçûn hene. Ti biryarek ji wan biryarên ku Ehmed Şer doh dabûn li qadê nehatine bicihkirin. Teslîmiyeteke tam li ser me tê sepandin lê em ê vê yekê qet qebûl nekin.”

 her wiha eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji Şamê derketiye û dema ku gihîşt Rojavayê Kurdistanê, ew dê rewşê ji nû ve binirxînin.

“Daxwaza her tiştî dikin”

Foza Yûsifê bal kişand ser guherîna helwesta Şamê ya di dan û standinan de û got:

“Divê hinek tişt di nav pêvajoyê de pêk werin lê birêvebiriya Şer dibêje 'divê hûn îro her tiştî radest bikin'.

Daxwaz dikin ku em hemû saziyên xwe birûxînin, hemû bîrên petrolê radest bikin, li dibistanan perwerdeyê rawestînin û pergala (sîstema) xwe betal bikin.

Van daxwazan hemûyan niha û yekser dixwazin. Daxwaza vekişîna HSDyê ya ji Hesekeyê dikin û dibêjin divê li Kobaniyê çek werin danîn.”

“Girtiyên DAIŞê ji girtîgehan derxistin”

Yûsifê ew îdiayên Şamê yên ku dibêjin “endamên PKKyê li dijî rêkeftinê derdikevin” red kirin û anî zimên:

“Ev îdia ji rastiyê gelekî dûr in. Hûn dibînin, piraniya kesên di nav refên wan de şer dikin endamên DAIŞê ne. Îro çûn û gelek endamên DAIŞê ji girtîgehan derxistin. Dixwazin tola DAIŞê hildin. Bi hinceta PKKyê dixwazin sûcên xwe veşêrin. Heke mesele şervanên biyanî be, we dît ku li Helebê Misriyekî cenazeyê hevalê me yê asayîşê ji avahiyê avêt.”

“Biryara me berxwedan e”

Fozayê li ser helwesta wan a li dijî êrişan wiha got:

“Em şer naxwazin lê heke êriş bi vî rengî bidomin (berdewam bikin), biryara me berxwedan e.

Çimkî nasname, destkeftî û hebûna me qebûl nakin. Dibêjin 'rejîma Beasê çawa nêzîkî we bûbe, em dê jî wiha bikin'.

Şamê biryara qetilkirina Kurdan daye û îro li her derê vê yekê nîşan didin. Ji bo me tenê rêya berxwedanê maye.”

“Eşîrên Ereb roleke neyênî lîst”

Fozayê li ser vekişîna HSDyê ya ji Dêrazor û Reqayê jî ev agahî dan:

“Sereke qonaxên şer hene. Li van herêmên ku em behsa wan dikin Ereban dijîn.

Bi rastî eşîrên Ereb roleke gelekî neyênî lîst û vê yekê bandor li rewşa eniyên şer kir.

Lê niha em di nav gelê xwe de ne. Gelê Kurd dê di vê sedsalê de di vê dema diyarkirina qederê de, ya dê bi azadî bijî yan jî dê koletiyê qebûl bike. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst