Tuncer Bakirhan: AKP li dijî hewlên diyalogê sabotajê dike

19-02-2025
Tuncer Bakirhan / Wêne: AA
Tuncer Bakirhan / Wêne: AA
Nîşan Tuncer Bakirhan Heyeta Îmraliyê Pêvajoya Aştiyê AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Ez bi eşkereyî dibêjim desthilata AKPyê li dijî hewlên diyalogê sabotajê dike.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re 16ê Sibatê hat Herêma Kurdistanê.

Heyet bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.

“Bila gelê Kurdistanê dilrehet be”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir piştî civîna bi Bafil Talebanî re got:

“Bila gelê Kurdistanê dilrehet be, di vê dîdara me de derket holê ku hemû aktorên Kurdan dê bi dilxweşî, bi biratî, bi hemû hêz û qeweta xwe piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û lihevhatinê.”

Li aliyêkî ev peyam tên dayîn lê li aliyê din pêngaveke darîçav a çareseriyê xuya nake û tewr polîtîkayên danîna qeyûman berdewam dikin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji 31ê Adarê ve qeyûm danîbûn ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.

Wezaretê 15ê Sibatê jî qeyûm danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê.

Her wisa rojane bi dehan siyasetmedarên DEM Partiyê û endamên saziyên civaka sivîl jî tên desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya doh ragihand ku li 51 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 282 kes bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKyê” hatine desteserkirin.

“Şirîkê we Birêz Erdogan li kû derê ye?”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ev yek bi rengê “sabotaj”ê pênase kir û got:

“Ez bi eşkereyî dibêjim desthilata AKPyê li dijî hewlên diyalogê sabotajê dike.

Ji Wanê heta Tişrînê û heta operasyona îro ya dijî HDKyê eqlekî sabotajkar heye ku hewl dide hêviya aştiyê ji holê rake.

Dixwazim ji vê derê bangî Birêz Bahçelî jî bikim hûn behsa vekirina rûpelekî nû di pêwendiyên Tirk û Kurdan de dikin.

Lê şirîkê we bi leza dawî berdewam dike ku hêviya aştiyê nehêle.

Şirîkê we Birêz Erdogan ku erkê birêvebiriyê dike li kû dera çareseriyê ye Birêz Bahçelî? Em û 85 milyon welatî jî mereq dikin.”

“HUDA PAR li dijî dewletê û Ataturk e”

Li hêla din, Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan konferansek li dar xistibû.

HUDA PAR di vê konferansê de daxwaza “fermîbûna zimanê Kurdî, perwerdeya bi zimanê dayîkê û welatîbûna wekhev” kiribû.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ev mijar anî rojeva xwe, rexneyên tund li HUDA PARê girtin û got:

“Eger em hewl bidin pirsa Kurd li ser zemînê ku HUDA PARê ava kiriye nîqaş bikin ev partî dê xwe înkar bike.

Ew HUDA PAR li dijî alayê ye, li dijî dewletê û Ataturk e.”

Li aliyekî ev nîqaş tên kirin û li aliyê din tê pêşbînîkirin ku Heyeta Îmarliyê piştî ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriya dîsa here Girava Îmraliyê û Ocalan dawiyê peyamekê belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst