Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan amaje bi şerê Îran û Îsraîlê da û got, “Dora Tirkiyeyê ye, take rêya rizgariyê di çareseriya Rêber Apo de ye.”
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan roja Çarşemê di hevpeyvîneke li gel medyaya nêzîkî PKKyê de derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê û şerê Îran û Îsraîlê axivî.
Duran Kalkan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên dawî yên li Îmraliyê û da zanîn ku tevî bangên Abdullah Ocalan û biryara PKKyê ya bidawîkirina stratejiya şerê çekdarî, di rewşa Ocalan de ti guhertinên berbiçav çênebûne.
Serkirdeyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan got:
“Rewşa li Îmraliyê ji diyalogê wêdetir neçûye. Nîqaşek heye lê ti gav ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nehatine avêtin.
Hikûmeta AKP û MHPyê û Parlamento erkên xwe bi cih nayînin.”
Kalkan behsa şerê Îran û Îsraîlê kir û anî ziman:
“Piştî şerê li Îranê, dora Tirkiyeyê ye ku hatiye dorpêçkirin.
Take rêya rizgariyê, li ser bingeha azadiya Kurdan û çareseriyên ku Rêber Apo pêşniyar kirine demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”
Duran Kalkan gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên ku digot “Tirkiye tê dorpêçkirin” bi bîr xistin û da zanîn:
“Gotinên Bahçelî rast in. Em nebêjin jî, ew bi xwe dibêje.
Dor hatibû Îran û Tirkiyeyê. Niha Îran çêbû. Piştre dora Tirkiyeyê ye.”
“Dema kongreya yekîtiya neteweyî ye”
Serkirdeyê PKKyê Duran Kalkan her wiha anî ziman:
“Pergala kapîtalîst a modern hemû rejîmên ku li ser bingeha bloka Sovyetê li Rojhilata Navîn ava bûne, yek bi yek tasfiye dike.
Rê li ber Tirkiyeyê jî girtiye, ji bo Tirkiyeyê du rê hene.
Yan dê teslîmî hegemonyaya Îsraîlê bibe, yan jî dê şer bike, rêyeke sêyem nîne.
Eger naxwazin ev her du jî bibin, take rê li ser bingehê azadiya Kurdan demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Di vî warî de çareseriyên ku Rêber Apo pêşniyar kirine take rêya rizgariyê ne.”
Duran Kalkan di beşeke axaftina xwe de bangî hemû partî û rêxistinên Kurdî kir ku ji ber pêşhatên hestiyar ên li Îranê û herêmê, nakokiyên xwe yên navxwe bidin aliyekî û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bicivin û got:
“Niha dema kongreya yekîtiya neteweyî ye. Eger em niha vê nekin ma em dê kengî bikin?”
Kalkan derbarê operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Zap û Metînayê jî ragihand ku êrişên bi “çekên qedexe” berdewam dikin û gerîla canê xwe ji dest didin û anî ziman:
“Eger şer niha gur nabe, ev ji ber wê yekê ye ku gerîla li gorî biryara agirbestê tevdigerin.
Bila her kes bizane, gerîla ne berxê qurbanê ye, heger êrişên îmhayê berdewam bikin, bê guman dê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse