Cemîl Bayik: Tenê bi çekdanînê pirsgirêk çareser nabe

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Cemîl Bayik PKK Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik ragihand ku heta sedemên ku şerê çekdarî afirandine ji holê neyên rakirin, pirsgirêk tenê bi çekdanîna PKKyê çareser nabe û got: “PKK çekan deyne, sibe dê kesekî din çekan hilgire.”

Hevserokê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di bernameyeke televîzyonê de li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê axivî û da zanîn ku wan li ser banga Abdullah Ocalan, bi awayekî yekalî gavên wekî agirbest û şewitandina sembolîk a çekan avêtine û got:

“Me zemîn amade kir, eger niyeta wan a çareseriyê hebe, divê ew gavan biavêjin.”

Bayik diyar kir ku ew gav ne li ser daxwaza dewletê, li ser banga Ocalan hatine avêtin û got, “Em êdî nikarin bi awayekî yekalî zêdetir gavan biavêjin.”

“Tenê bi çekdanînê pirsgirêk çareser nabe”

Li gorî Bayik, dewleta Tirk mijarê tenê wekî “çekdanîna PKKyê” dibîne lê pirsgirêka bingehîn guhertina hişmendî û yasayan e ku rê li ber şer vedikin.

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê eşkere kir ku ji ber nebûna zemîneke yasayî, gerîlayên ku çek danîne nikariye vegerin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji ber wê jî ew vegeriyane cihên xwe.

Cemîl Bayik amaje bi wê yekê kir ku ji bo çareseriyeke mayînde, divê tecrîda li ser Ocalan bi temamî rabe û şert û mercên wî bên guhertin da ku karibe bi raya giştî, siyasetmedar û rewşenbîran re di nava pêwendiyê de be.

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik got:

“Eger bi rastî dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkan çareser bike, rêya vê yekê di azadiya Rêbertiyê re derbas dibe.

Dixwazin Rêber Apo di bin şertên tecrîdê de pirsgirêkê çareser bike, ev ne mimkun e.”

Bayik gumanên xwe yên li ser komîsyona ku dê li parlamentoyê were avakirin jî anî ziman:

“Wiha xuya dike armanca komîsyonê tenê çekdanîn e.

Eger komîsyon pirsgirêka Kurdan esas negire û yasayên ji bo azadiyê dernexe, pirsgirêk çareser nabe.”

Di dawiya axaftina xwe de, Bayik bangî gel kir ku xwedî li gava Ocalan derkevin û ji bo pêkanîna wê zextê li hikûmetê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst