Rêveberiya Xweser dê tovê baş û dermankirî bide cotkaran

19-09-2025
RÛDAW
Tovê ji bo çandiniyê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Tovê ji bo çandiniyê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Tov Rojavayê Kurdistanê Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo demsala nû ya çandiniyê dest bi peymanan kir û dê 80 hezar ton tovên bikalîte û dermankirî bê belav bike.

Li Rojavayê Kurdistanê Saziya Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser ji bo demsala çandiniyê ya 2025-2026an dest bi peymanên li gel cotkaran kiriye.

Armanca sereke ew e ku bi rêya tovên bêjingkirî û dermankirî, berhemên îsal baştir bibin û li hemberî guherîna avhewayê piştgirî were dayîn.

Saziya Pirkirina Tovan genimekî bêjingkirî û dermankirî ji bo çandiniyê amade dike, bi armanca ku berhemê genim ê herî baş were bidestxistin.

"Divê zevî beyar be"

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser Salih Bozan:

"Me 15ê vê mehê dest bi vekirina deriyê tomarkirina peymanan kir. Peymanên cotkaran jî li ser bingeha peymanên sala çandiniyê ya 2024-2025an tên kirin.

Pişt re tîmên çavdêr peymanan amade dikin û piştî 10 rojan ji dema peymanê, cotkar tovê çandiniyê werdigirin.

Mercê herî pêwîst ew e ku zeviyê çandiniyê du salan nehatibe çandin, yanî beyar be yan jî şûna pembo û nîskan be."

Planên li hemberî guherîna avhewayê

Saziya Pirkirina Tovan ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên zêde yên avhewayê, planeke berfireh ji bo piştgiriya cotkaran daye ber xwe.

Di çarçoveya planê de, dê dewrên perwerdeyê ji bo karmendên şaxên saziyê bên rêkxistin.

Salih Bozan her wiha got, "Tîmên me li nav zeviyên çandiniyê pişkinînê dikin, piştî pêvajoya pişkinînê dê tov bên belavkirin.

Li ba me cureyên genimê hişk wekî yê Şamê, Dûma, Bihûs û Rojava hene. Her wiha ji bo genimê ter jî wekî yê Dûma û Rojava hene.”

Plana Salane: 80 hezar ton tov ji bo 300 hezar donimî

Li gorî plana Saziya Pirkirina Tovan, salane 70 heta 80 hezar ton genimê bêjingkirî û dermankirî ji bo 300 hezar donim zeviyên çandiniyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser tê veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst