Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera 63yan a ku bûye Pêşmerge de peyamek belav kir û got, “Silav li wan hemû qehremanan ku ev roj ava kir.”
Serok Mesûd Barzanî 20ê Gulana 1962yan bû Pêşmerge.
Serok Barzanî li deşt û çiayayên Kurdistanê ji bo azadiya welêt têkoşîneke mezin da û îro jî li qada siyasetê têkoşîna xwe didomîne.
“Silav li wan hemû qehremanan ku ev roj ava kir”
Serok Mesûd Barzanî di salvegera xwe ya Pêşmergebûnê de bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Silav li hemû Pêşmergeyan, çavên wan maç dikim.
Silav li ruhê pak ê şehîdan û silav li wan hemû qehremanan ku ev roj ava kir û bûn serbilindiya gelê me.”
سڵاو بۆ هەموو پێشمەرگەکان و چاویان ماچ دەکەم،
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) May 20, 2025
سڵاو بۆ ڕۆحی پاکی شەهیدان و سڵاو بۆ هەموو ئەو قارەمانانە کە ئەمڕۆیان دروست کرد و بوونە شانازی بۆ گەلەکەیان.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse