Nûrettîn Demîrtaş: Li ber me deriyekî nû vedibe

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Nûrettîn Demîrtaş PKK Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûrettîn Demîrtaşê ku yek ji endamên Kongreya 12emîn a Awarte ya PKKyê bû got, "Serdemeke nû ya prartîkê, deriyekî nû vedibe, asoyeke nû vedibe."

Nûrettîn Demîrtaşê bi nasnava "Şiyar Amed" beşdarî Kongreya 12emîn a Awarte ya PKKyê ya ku tê de biryara fesxkirina PKKyê hatiye dayîn bû û axaftineke kurt kir.

Demîrtaş amaje bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir ku qonaxeke nû dest pê kiriye û got:

"Rêbertî bi şîroveyên xwe bi rastî jî qederê diguherîne, qedera çîrokê bi tevahî diguherîne. Em ketine qonaxeke wisa."

Nûrettîn Demîrtaş derbarê bipêşketinên dawî wiha axivî:

"Em ketin deriyê heqîqetê. Her derî ji gelek qonaxan derbas dibe. Ji vir û pê ve em dê ji qonaxên nû derbas bibin.

Ez dixwazim bi çîrokeke biçûk a li ser guherînên dawî li axaftina xwe bînim.

Teyrên kal heke ji jiyana xwe aciz nebûbin, nikul û baskên xwe li zinaran dixin û diweşînin. Êşeke mezin dikişînin.

Heke xwe bide ber vê êşê, yê nû di şûna wî de mezin dibe. Nikul û baskên nû dertên û bi heybeteke mezin dest bi firînê dike.

Ez difikirîm ku em ketine qonaxekê ku dê em bi heybeteke wiha careke din ji dayik bibin. Ez vê coşê di hevalên xwe de jî hîs dikim.

Rêbertî her dem bi têgeha wateyê nêzîk bû, di qonaxa ku em tê de ne de bi rastî jî ji bo pratîkkirina vê evîn û girêdana me, asoyên nû li pêşiya me vebûn.

Gelên Çermsor, ji yekî re li şûna 'ez ji te hez dikim', dibêjin 'ez te fêm dikim'. Wateya vê jî 'ez ji te hez dikim' e.

Rêbertî jî got, 'Fêmkirin û pêkanîn e.' Niha em dikevin qonaxekê ku em dê bêhtir û mezintir bikaribin pêk bînin.

Di vê wateyê de wekî ku hevalan gotiye, helbet qonaxeke nû ya rexne-xwerexneyê, qonaxeke nû ya pêkanînê, deriyekî nû vedibe, asoyeke nû li pêşiya me vedibe.

Ez hatim vir da ku ez vê coşê bi hemû hevalan re parve bikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst