Hewlêr (Rûdaw) – Baskê PKKê yê çekdarî Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li herêma Heftanînê gerîlayên wan li du helîkopterên Kobra yên Tirkiyê xistine û herwiha 22 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku li Bedlîsê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan operasyon kirin û di encama operasyonê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina HPGê derbarê şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û dibêje li dijî tevgera artêşa Tirkiyê ya li herêma Heftanînê, gerîlayên wan liber xwe didin û li dijî êrişan çalakî li dar xistine.
Li gor daxuyaniya HPGê , 18ê Hezîranê saet di 22.00 û 19ê Hezîranê saet di 14.30an hêzên wan li herêmê li dijî yekîneyên artêşa Tirkiyê du çalakî li dar xistine û di encamê de 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
HPGê dibêje ku 19ê Hezîranê saet di 10.45an yekîneyên artêşa Tirkiyê hewl didan ji Girê Şehîd Hemze ber bi Girê Qesrokê biçin, lê gerîlayên wan li dijî wan çalakiyek li dar xistine û di wê çalakiyê de jî 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
HPGê tekez kiriye ku artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê bi helîkopteran ew herêm bombebaran kiriye û hêzên wan li helîkopteran dane û helîkopter neçar mane ku ji herêmê vekişin.
Li gor daxuyaniyê di heman rojê de saet di navbera 20.00 û 21.00an de balefirên şer û helîkopteran li herêma Xantûrê dane û hêzên wan derb li helîkopterekê dane û dîsa saet di navbera 20.00 û 00.00an de helîkopteran hewl dane herêmê bombebaran bikin, ev helîkopter jî bûne hedefa hêzên wan û li vê derê jî hêzên me derb li helîkopterekê dane.
Heta niha aliyên peywendîdar ên Tirkiyê derbarê vê yekê de ti daxuyanî ne dane.
Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku li navçeua Tetwanê ya Bedlîsê Tevgera a Taybet a Cendirmeyan operasyon kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat desnîşankirin ku di encama operasyonê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û li herêmê operasyon berdewam in.
Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li Heftanînê hejmareke teqemenî û mayînên PKKê bi cih kiribûn hatin paqijkirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû şeva 16 li ser 17 vê mehê , leşkerên wan di çarçova ‘operasyona ‘Pençe Piling’ de derbasî herêma Heftenînê bûne li Başûrê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse