Rêveberiya Xweser ji bo qîrkirina rêyan 25 milyon dolar veqetand

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Qîrkirina Rêyan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji bo qîrkirina rêyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê budceyeke nêzîkî 25 milyon dolarî veqetand.

Yekîtiya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser xebatên xwe yên ji bo hêsankirina çûn û hatinê didomîne.

Hevseroka Yekîtiya Şaredariyan Stêra Murad li ser projeya qîrkirina rêyan ji ANHAyê re axivî.

Projeya rêya Qamişlo-Dêrikê

Stêra Muradê da zanîn ku projeya herî mezin qîrkirina rêya di navbera Qamişlo û Dêrikê de ye û got:

“Lêçûna giştî ya vê projeyê nêzîkî 32 milyon dolarên Amerîkî û dirêjiya wê 90 kîlometre ye.

Heta niha 20 kîlometre hatiye kolandin ku dike 150 hezar metre çargoşe.

148 hezar metre çargoşe ji qata yekem û 30 hezar metre çargoşe jî ji qata duyem a binê axê hatiye amadekirin.

Heta niha jî 22 derbasgeh hatine avakirin, 7 mane.”

Muradê eşkere kir, plana wan ew e ku îsal 40 kîlometre ji rê bi budceya 9 milyon û 232 hezar dolarî were qîrkirin û heta niha 4 kîlometre hatiye qîrkirin.

Projeya rêya Reqa-Keramê

Muradê diyar kir ku projeya rêya Reqa-Keramê temam bûye û lêçûna wê 5 milyon û 553 hezar û 680 dolar bûye.

Rê bi dirêjiya 7,2 kîlometreyan hatiye qîrkirin û ji bo wê 5 hezar û 600 metre çargoşe qîr hatiye bikaranîn û peyarê jî hatine çêkirin.

Projeya rêya Til Berak-Til Hemîsê

Li ser projeya rêya Til Berak-Til Hemîsê jî Muradê da zanîn ku wan dest bi projeyê kiriye û anî ziman:

“Tê payîn ku 29 hezar û 400 metre çargoşe qîr were bikaranîn û lêçûna wê dê nêzîkî 4 milyon û 750 hezar û 550 dolar be.”

Stêra Muradê her wiha da zanîn ku ew ji bo qîrkirina rêyên Mezar-Tebqayê, Reqa-Hezîmayê, Kobanî-Sirînê û Kobanî-Şiyûxê jî amadekariyan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst