DÊRSIM - Ji bo Kirmanckî kampanyaya îmzeyan: ‘Divê bibe zimanê perwerdeyê’

20-09-2025
Ali Haydar Gozlu
Kampanyaya îmzeyê / Wêne: Alî Haydar Gozlu
Kampanyaya îmzeyê / Wêne: Alî Haydar Gozlu
Nîşan DEZA-PAR Kirmanckî Kampanya Îmze
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, Partiya Dema Demokrasiyê (DEZA-PAR) ji bo ku zaravayê Kirmanckî (Zazakî) yê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û di destûr û saziyên dewletê de bi fermî were naskirin dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan kir.

Di kampanyayê de daxwaza vekirina televîzyoneke 24 saetî jî tê kirin.

Endamên DEZA-PARê li Parka Seyîd Riza stand danî û ji bo parastina zimanê dayîkê piştgirî ji xelkê herêmê xwest.

Perwerde û televîzyon

Yek ji armancên sereke yên kampanyayê ew e ku Kirmanckî li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê û televîzyona fermî ya Tirkiyeyê jî bi wî zaravayê Kurdî 24 saetan weşanê bike.

Yek ji birêvebirên DEZA-PARê Mehmet Mukan jî got:

"Daxwaza me ew e ku televîzyon hebe, ji ber ku sûda wê ji bo ziman heye.

Daxwaza me ya din jî ew e ku Zazakî li dibistanan bê xwendin û fêrkirin û ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve bê naskirin.”

"Ji ber tirsê me nedikarî biaxivin"

Xelkê ku piştgirî da kampanyayê bal kişand ser asîmîlasyon û zextên ku bûne sedema lawazbûna ziman.

Niştecihê Dêrsimê Alî Ekber Katperk got, “Berê em li gundên xwe dijiyan heta ku sala 1994an gundên me hatin valakirin.

Li gund mirov diciviyan û bi zimanê xwe diaxivîn. Niha em bi mirovan re bi zimanê xwe diaxifin lê ew bi Tirkî bersiv didin.

Bi neaxaftinê zimanê me gihişte vê rewşê. Dîsa ji ber tirsa leşkeran me nikarîbû li gundên xwe biaxivin, ji ber vê yekê em gihiştin vê rewşê.”

Nişteciekî din ê Dêrsimê Emîralî Yildiz jî got, “Divê mirov li malên xwe bi zimanê xwe biaxivin.

Çi qasî bi zimanê xwe biaxifin, hew qasî dewlemend dibe. Eger em zarokên xwe fêr nekin, sibe ew dê nifiran li me bikin.”

"Şerm nekin, zimanê xwe biaxivin"

Pispor û mamoste jî axaftin û bikaranîna ziman di jiyana rojane de wekî çeka herî bihêz a li dijî bişaftinê û ji bo parastina ziman dibînin.

Mamoste Fatmayê jî got, “Banga min ev e, Kurdên vir bi zimanê xwe biaxifin.

Ez dibînim ku ciwanên vir bi taybetî, bi zimanê xwe naaxivin. Şerm nekin, netirsin û wêrek bin bi zimanê xwe biaxivin.

Dimilî, Soranî, Hewramî, Kurmancî ev hemû ziman û zaravayên me ne.

Zimanê Kurdî zimanekî pir berfireh û dewlemend e, bila em qîmeta zimanê xwe bizanin."

Kirmanckî di bin metirsiya nemanê de ye

Li gorî texmînan, zaravayê Kirmanckî zimanê dayikê yê 2 heta 3 milyon Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ye.

Lê belê, ev zaravayê Kurdî ji ber asîmîlasyonê di rewşeke xirab de ye û li gorî nexşeya UNESCOyê li nav 18 zimanên li Tirkiyeyê yên ku di bin metirsiya nemanê de ne cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst