Li Efrînê du birayên Ebu Emşe hatin girtin

20-12-2021
RÛDAW
Nîşan Ebu Emşe Efrîn Sultan Murad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Lêkolînê û Vegerandina Mafan li Efrînê 2 birayên Ebu Emşe desteser kirin.

Hêzên ser bi Komîteya Lêkolînê û Vegerandina Mafan li Efrînê hejmarek fermandeyên grûpa Siltan Silêman Şah ku bi navê Emşat tê naskirin desteser kirin.

Doktor Ebdulhekîm Beşar, Cîgirê Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Komîteya Lêkolînê û Vegerandina Mafan li Efrînê hejmarek fermandeyên grûpa Siltan Silêman Şah desteser kirine.

Beşar da zanîn ku girtina van fermandeyên grûpa navborî ji ber binpêkirinên wan li nahiyeya Şiyê ye.

Cîgirê Serokê Îtîlafê herwiha diyar kir ku di nav girtiyan de herdu birayên Mihemed el-Casim, fermandeyê Siltan Silêman Şah, Seyf el-Casim û Sîrac el-Casim hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst