Hewlêr (Rûdaw) – Li Silêmaniyê di navbera polîsan û tohmebarekî de pevçûna bi çekan rû da.
Di vê pevçûnê de polîsekî cane xwe ji dest da, welatiyek û polîsek jî birîndar in.
Nûçegihanê Rûdawê Horvan Refet da zanîn ku polîsan ji bo desteserkirina tohmetbarekî li Taxa Pîremerdê ya Silêmaniyê bi ser otelekê de girtiye lê wî tohmetbarî gule li polîsan reşandine û reviyaye.
Navê polîsê ku cane xwe ji dest daye Rizgar Ehmed e û ew 40 salî bûye.
Li gorî agahiyên Horvan Refet, Rizgar Ehmed li nexweşxaneyê cane xwe ji dest daye.
Welatî û polîsê birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Li aliyê din, ji bo gumanbar were girtin xebatên polîsan berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse