Li Loristanê pevçûna çekdarî: Polîsek hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Loristan Pevçûn Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Meimulanê yê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê di pevçûneke çekdarî de efserê polîs û çekdarek hatin kuştin.

Polîsê parêzgehê ragihand ku kesê çekdar li ser rêyên sereke rê li ber barhilgir û otomobîlên xelkê digirt.

Navenda Ragihandinê ya Polîsê Loristanê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, piştî ku agahî gihîştin hêzên ewlehiyê ku kesek bi çekê rê li ber welatiyan digire, ji bo girtina wî operasyonek hat destpêkirin.

Di daxuyaniya polîs de wiha hat gotin:

"Hêzên me dor li wî kesî girt û ji bo ku xwe teslîm bike bangî wî kir.

Lê wî ev daxwaz red kir û gule li polîsan reşandin.

Hêzên me jî bersiv da wî."

Polîsê Loristanê eşkere kir ku di encama pevçûnê de efserê polîs ê bi navê Mûsa Aqayî û kesê çekdar hatine kuştin.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê ragihand ku wan dest daniye ser çekekê, du derax û hejmarek guleyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst