Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî/Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û şandeya pê re kir.
Li Stenbolê "Civîna 51emîn a Konseya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî" hat li darxistin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di çarçoveya civînê de civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û jî di civînê de amade bûn.
Erdogan, dema ku Eraqçi pêşwazî kir got ku herêm nikare şerekî nû tehemûl bike û rêya çareserkirina nakokiya nukleerî bi dan û standinan e.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî doh jî li Cenevreyê, li ser vexwendinê, bi Wezîrên Karên Derve yên Almanya, Fransa û Brîtanyayê û Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê re ji bo gotûbêjkirina çalakiyên nukleerî yên Îranê civiyabû.
Îsraîlê di 13ê Hezîranê de li Îranê êrişên berfireh pêk anîn ku di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê û fermandariya pilebilind a artêşê kiribûn hedef.
Di êrişan de, li Îranê Sererkan, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran û hinek fermandarên pilebilind tevî 9 zanyarên nukleerî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihandibû ku di êrişên Îsraîlê de 430 sivîl hatine kuştin û hejmara birîndaran jî zêdeyî 3 hezar û 500î ye.
Hat ragihandin ku di tolhildana artêşa Îranê de ya ku bi mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê pêk anî, 25 kes hatine kuştin û 2 hezar û 517 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse