Hewlêr (Rûdaw) - Ecacê ku wekî “Celadê Zindana Nugre Selmanê” tê naskirin, li tawanên xwe mikur hat û diyar kir ku wan rojane bi awayekî sîstematîk girtî birçî hiştine û wan destdirêjî li girtiyab kiriye. Wî her wiha eşkere kir ku tenê di nava 10 mehan de sêyeka girtiyan canê xwe ji dest daye.
Celadê Nugre Selmanê li xwe mikur hat
Ecac ji rojnameya "Seba" ya ku rojnameya fermî ya Hikûmeta Îraqê ye re axivî û berpirsyariya tohmetên ku li wî hatine barkirin red nekir. Ew li xwe mikur hat ku "wan rojane bi awayekî sîstematîk girtî birçî hiştine û destdirêjî li wan kiriye."
Ecac behsa wê yekê dike ku dema wî îdareya Zindana Nugre Selmanê wergirtiye, 400 girtiyên Ereb tê de bûne; wan ew veguhastine û li şûna wan 3 hezar girtiyên Kurd ên xelkê parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê anîne zindanê.
Ecac her wiha li xwe mukir hat ku "wan birçîkirin wekî çekeke cengê ya wêranker bi kar aniye ku ji bombebarana leşkerî kêmtir nebûye û tenê di nava 10 mehan de sêyeka girtiyan canê xwe ji dest daye."
Ecac kî ye?
Ecac Ehmed Herdan Ubêdî li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û derçûyê dewreya 7an a Koleja Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ye.
Wî li rêveberiyên ewlehiyê yên Hewlêr, Rumeysa, Necmî, Bisiye û Musennayê kar kiriye heta ku bûye berpirsê giştî yê Zindana Nugre Selmanê.
Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku yek ji tohmetbarên sereke yên tawana Enfalê ye, roja 31ê Tîrmehê hatibû girtin.
Sala 1988an, rejîma Beasê bi pêngaveke serbazî ya mezin û plankirî, bi 8 qonaxan pêvajoya Enfalê ya li dijî Kurdan da destpêkirin.
Kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin, ji hev hatine veqetandin. Ciwan bi otobusan ber bi çalên mirinê ve hatin şandin.
Jin, zarok, kal û pîr jî bo zindana tirsnak a Nugre Selmanê ya li başûrê Îraqê, li ser sînorê Erebistana Siûdî hatin veguhestin.
Girtiyên li Zindana Nugre Selmanê, rojane ji aliyê celadê bi navê Hecac Tikrîtî ve rastî şkenceyê dihatin. Di nav Kurdan de jê re "Hecac" tê gotin.
Pêvajoya girtina Ecac
31ê Tîrmehê Ofîsa Şanaz Îbrahîm Ehmed a Xanima Yekem a Îraqê ye ragihand, "Tawanbarekî komkujiyên Enfalê yê bi navê Ecac Ehmed Herdan hatiye girtin."
Ofîsa Şanaz Îbrahîm Ehmed ji girtî, malbatên girtiyan û kesên bêserûşûn xwest ku ji bo tomarkirina giliyan li dijî wî "tawanbarî" pêwendiyê bi wan re deynin.
Piştre eşîra Ecac li ser girtina wî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew kesê hatiye girtin ne Ecacê Nugre Selmanê ye û kesekî bêtawan e.
Saziya Ewlehiya Neteweyî piştrast kir
Heman rojê, Berdevkê Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Erşed Hakem ji Rûdawê re ragihand ku ew kesê hatiye girtin navê wî Ecac Ehmed Herdan e û bi Hecacê Nugre Selmanê tê naskirin û niha ji aliyê saziya wan ve lêpirsîn li gel wî tê kirin.
Erşed Hakem got, "Ew kes di lêpirsînan de zû li xwe mikur hatiye, bi taybetî jî li ser tawanên ku li dijî Kurdan kiriye û pêvajoya lêpirsînê ya li gel wî di qonaxên xwe yên dawî de ye."
Serokê Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Ebdulkerîm Ebid Fazil piştrast kir ku girtina Ecac piştî lêpirsîneke kûr û mukirhatinên efserên berê yên rejîma Beasê pêkhatiye ku wan eşkere kiriye Ecac di tawanên komkujî û koçberkirina bi zorê ya Kurdan de xwedî roleke sereke bûye.
#GRAFÎK - Celadê Zîndana Nugreselmanê Ecac Tikrîtî li xwe mikur tê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 21, 2025
🛑 Di serdema Sedam Husên de li Zîndana Nugreselmanê şkenceyên gelekî xedar û giran li Kurdan hatin kirin
🛑 Ecac Tikrîtî wekî fîguherê herî xedar ê Nugreselmanê û şkencekar û celadê Kurdan tê zanîn
🛑 Bi sedan… pic.twitter.com/uQYiGAHozQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse