Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêhistî ya ser bi parêzgeha Semsûrê ve li Bakurê Kurdistanê, agir bi kargeheke pembû ket û 100 ton pembû şewitî.
Li bajarokê Şambayadê yê ser bi navçeya Bêhistî ve, bi sedemeke nehatiye zanîn agir bi kargeheke pembû ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê û tendirustiyê, bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Timên agir vemirandinê di encama xebatên 2 demjimêran de agir kontrol kirin. Karkerekî ku ji dûxanê bêhna wî çikiya, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve di ambûlansê de hat dermankirin.

Li gor zanyariyan di encama agir de 100 ton pembû şewitî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse