Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 16 salî, dayîxwe ji ber parvekirinên TikTokê bi çekê birîndar kir.
Di encama vê bûyera ku 6ê Îlonê de rû dabû de Y.Tyê 16 salî û bavê wî Î.T. hatibûn girtin û lêpirsîna derbarê wan bi dawî bû.
Li gorî îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Y.T. û Î.T. li Edeneyê dijîn, wan ji bo kuştina H.Tyê plan daniye û hatine Amedê.
Y.T, piştî ku dayîka xwe birîndar kiribû xwe radestî polîsan kiribû.
H.Tya ku bi çekê hatibû birîndarkirin di îfadeya xwe de wiha gotibû:
“Min û Îlyas hev berda bû. Kurê min jî bi wî re li Edeneyê dijiya. Beriya mehekê kurê min telefonî min kir û got, 'Bavê min li min dixe, tiştên ne li rê dibêje min, ez dê werim Amedê.'
Min ji wî re pere rê şandin û min got, 'Were.' Piştî du rojan careke din telefonî min kir û got, 'Ez dê vê carê teqez werim.'
Min bilêta otobûsê jê re birî û min ew pêşwazî kir. Me hevdû himbêz kir û em giriyan.
Dema min deriyê malê vedikir kurê min çeka ji baholê xwe derxistibû. Ez li xwe vegeriyam û wî gule berda min.
Yê ku kurê min şandiye û teşwîqî êrişê kiriye hevjînê min ê berê ye. Ez gilîdar im.”
“Li ser TikTokê weşan dikir, xiyanet li bavê min dikir”
Y.Tyê gule li dayîka xwe reşandiye jî di îfadeya xwe de diyar kir ku bav û dêya wî beriya 4 salan ji hev veqetiyane û got:
“Dayîka min xiyanetê li bavê min dike. Min şîfreya li ser telefona wê şikand. Ez bi kesên ku bi dêya min re axivîbûn re axivîm.
Ez di gumanê xwe de mafdar derketim. Piştî wê min dît ku hesabê dayîka min ê TikTokê heye.
Bi rêya hesabê xwe weşanên zindî dikirin. 3 hezar şopînerên wê hebûn. Di weşanan de qet jin nebûn, wan zilaman tiştên ne li rê ji dêya min re digotin û dayîka min jî dengê xwe dernedixist.
Hevalên min jî ev yek didît. Min jî ji kesekî Sûriyeyî çek stand û hatim Amedê. Armanca min ne kuştina wê bû, min dixwest wê hişiyar bikim. Haya bavê min ji bûyerê nîne.”
Li aliyê din, Îlyas T di îfadeya xwe de îdia red kirin û got, "Min kurê xwe teşwîqî êrişê nekiriye.”
Li gorî rapora ATKyê, di laşê H.Tyê de birînên xedar hene ku jiyana wê bixin metirsiyê.
Bi sedema ku bav û zarok bi hev re plan daniye û zarok Y.T. dayîka xwe birîndar kiriye ji wan re ceza hat xwestin.
Dadgehê biryara girtina Y.T. da û rûniştina dozê taloq kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse