11 qurbaniyên êrişên Tirkiyê li Dêrikê spartin axê

21-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 11 kesên ku di êrîşên asmaniyê yên Artêşa Tirkiyê de li navçeya Dêrikê ya Rojava Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê spartin axê. Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Balafirên şer ên Tirkiyê 20ê Mijdarê çend deverên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bombe kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di bomberanê de li navçeya Dêrikê 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Îro bi hezaran kes ji bo oxirkirina cenezayên qurbaniyên êrişê, Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çiftcî, Hisên Xilto û Mazin Osê li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê amade bûn.

Li gor nûçeya medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên got: "Hebûna we li vir îdiayên Erdogan ku hebûna Kurdan înkar dike, li derew derdixe. Hebûna we li vir îsbat dike ku Kurd hene û îradeya Kurdan heye."

Cîhan herwiha got: "Em dê Lozaneke din jiyan nekin, em dê di bin koletiyê de nejîn. Divê em bi hemû hêza xwe têkoşînê geş bikin."

Hevserokê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî got: “Em ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk li Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk amade ne bi hemû aliyan re diyalogê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst