Îranê deriyên sînor ên Perwêzxan û Hacî Omeran li ber geştyaran girtin

22-02-2021
RÛDAW
Nîşan Perwêzxan Deriyê Hacî Omeran Kurdistan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navendên Rûbirûbûna Coronayê li parêzgehên Kirmaşan û Urmiyê biryar dane herdu deriyên sînor ên Perwêzxan û Hacî Omeran li ber geştyaran bigrin, lê Deriyê Sînor ê Başmax heta niha vekirî ye.

Berdevkê Deriyê Sînor ê Perwêzxan Ebas Îsmaîl ji Rûdawê re got, bi biryara Parêzgariya Kirmaşan Deriyê Perwêzxan bi awayekî demkî li ber geştyaran hatiye girtin.

Biryar tenê geştyaran li xwe digre, wate çûn û hatina bazirganî asayî ye. Lê heta niha Deriyê Sînor ê Başmax vekirî ye û geştyar dikarin tê re biçin û bên.

Berpirsê Komelgeha Deriyê Sînor ê Başmax Lîwa Merîwan Kemal ji Rûdawê re got, heta niha biryar li ser girtina derî nehatiye dayîn û çûn û hatin asayî ye.

Rêvebariya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran roja Şemiyê (20.02.2021) ragihand: “Hemû welatî û geştyaran agahdar dikin ku Îranê bi rêya peywendiyan em agahdar kirine ku hikûmeta Îranê biryar daye demjimêr 02:00ê piştî nîvro roja şemiyê 21ê Sibata 2021ê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran li ber geştyaran bo dema 2 hefteyan digre.”

Serpereştyarê Komelgeha Gumrika Navdewletî ya Hacî Omeran Mesûd Batêlî ji Rûdawê re got: “Tenê ew kes dikarin çûn û hatinê ku paseporta wan a Iraqî heye û niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne. Herwiha hilgirên paseporta Îranî jî ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê mane, dikarin vegerin.”

Rawestandina çûn û hatinê di deriyên sînor ên Hacî Omeran û Perwêzxan re di demekê de ye ku roja Şemiyê 20ê Sibata 2021ê Navenda Rûbirûbûna Coronayê li Parêzgeha Kirmaşan ragihand ku ji ber belavbûna Coronaya xweguhertî li Iraqê, wan biryar daye çûn û hatina di hemû deriyên wê parêzgehê re li ber geştyaran bigrin. Li gor biryarê, çûn û hatina geştyaran di deriyên sînor ên Perwêzxan, Xusrewî, Şûşmê, Sumar û Şêx Sêle re bo demeke nediyar hatiye rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst