Şeva bi xwîn a Silêmaniyê: Kuştî, birîndar û girtina Lahûr Şêx Cengî

22-08-2025
Nîşan Lalezar Silêmanî Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li Silêmaniyê yê ji bo girtina Lahûr Şêx Cengî zerereke mezin li pey xwe hişt.

Di pevçûnan de 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û zêdetirî 10 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku 7 endamên hêza Lahûr Şêx Cengî jî hatine kuştin.

Di dema şer de welatiyên sivîl û geştyar jî li herêmê asê mabûn.

Doh êvarê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê Hotela Lalezarê Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî dorpêç kir.

Hêzên ewlehiyê ji Lahûr Şêx Cengî xwest ku xwe radest bike lê wî ev yek red kir.

Piştî saet 03:00ê berbanga îro şer li Lalezarê dest pê kir û paşê çend dron jî li Debaşanê ketin xwarê.

Welatiyên sivîl di nav şer de man

Di dema pevçûnan de, beşek ji xelkê sivîl û geştyarên li Lalezarê û derdora wê asê man.

Geştyarekî Ereb ji nav Lalezarê bi telefonê ji Rûdawê re axivî û got, "Em du malbat li nav Lalezarê ne, zarok jî bi me re ne. Em li otelê ne, du jin û pênc zarok in, kesekî Bengladeşî yê ku li otelê kar dike jî bi me re ye.

Tawana me nîne, em geştyar in, me xwe di hemamekê de veşartiye, mûşek li wir jî ketiye."

Otela Lalezarê ku baregeha sereke ya Bereya Gel û cihê mayîna Lahûr Şêx Cengî bû, li Taxa Serçinarê ya Silêmaniyê ye.

Welatiyekî niştecihê taxê ji Rûdawê re got, "Rewşa me qet ne baş e. Derî û camên me hema hindik maye hemû bi ser me de birûxin.

Zarokên me yên biçûk hene, rêya me ya derketinê nîne, bi doçka û tankan teqe tê kirin. Em ji hikûmetê dixwazin ku bi lez çareseriyekê ji me re bibîne da ku em karibin ji malên xwe derkevin."

Li Debaşanê dron ketin xwarê

Hevdem li gel şerê Lalezarê, li Debaşanê jî ku mala Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî lê ye alozî hebû.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê teqe li çend dronên ku li asmanê Debaşanê dihatin dîtin kirine û dronek xistine xwarê.

He rwiha agahî hebûn ku bi dronan êrişî baregeha Hêzên 70yî yên YNKyê yên li Silêmaniyê jî hatiye kirin.

Girtina Lahûr Şêx Cengî û hejmara kuştî û birîndaran

Piştî nêzîkî 3 saetên şer, saet 07:00ê sibehê, çavkaniyek ji hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku hêzên ewlehiyê ketine nav Lalezarê û Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî Polad û Aso desteser kirine û dê wan bibin pêşberî dadwer.

Li gorî heman çavkaniyê, Polad Şêx Cengî bi birîndarî hatiye desteserkirin.

Di şer de 3 karmendên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest daye û li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê 10ên din jî birîndar bûne.

Her wiha behsa kuştina 7 kesên ji hêza Lahûr Şêx Cengî jî tê kirin.

Heta niha ji kesên nêzîkî Lahûr Şêx Cengî du birayên wî, xwişka wî, zavayê wî, sê zarok û hevjîna wî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve birine Debaşanê û biryar e malbat û zarokên wî ji bo Swêdê, xwişk û zavayê wî jî ji bo Brîtanyayê bên şandin.

Ziyanên şer

Li hemberî Otela Lalezarê cihekî geştyarî heye ku ji ber şer û pevçûnan zerereke mezin dît.

Şêx Celal Seîd, xwediyê wî cihê geştyariyê ye û ji Rûdawê re got, "Ziyaneke mezin gihîştiye me. Komek malbat tê de bûn, ew jî di şer de zerermend bûn."

Her wiha hejmarek otomobîlên geştyaran ên ku di dema şer de li wî cihî bûn, ziyan dîtine.

Welatiyekî niştecihê taxa nêzîkî Lalezarê ji Rûdawê re got, "Guleyeke hawanê li hewşa mala min ket û ziyan gihîşt otomobîla min."

Tohmet û ceza

Lahûr Şêx Cengî bi Madeya 56an a Yasaya Cezayan a Îraqê tê tohmetbarkirin. Çavkaniyên YNKyê dibêjin ku wî hewla derbeyê daye û xwestiye asayîşa Silêmaniyê têk bide.

Eger ev tawan li ser wî were îsbatkirin, dibe ku heta 7 salan were zindanîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst