Şaredariya Şirnexê dê di meha Remezanê de, her hefte 2 ton goşt li malbatên kêmderfet belav bike
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Şirnexê, biryar da di meha Remezanê de, her hefte 2 ton goşt li malbatên kêmderfet belav bike.
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka ragihand ku wan helmeta belavkirina alîkariyên xurek û goşt bi ser malbatên kêmderfet de, dane destpêkirin.
Mehmet Yarka diyar kir, “Îro li mezbexaneya me, 100 pez tên serjêkirin. Em dê 2 ton goşt berî Remezanê li malbatên kêmderfet belav bikin. Ev dê her hefteyê berdewam bike.”
Şaredarê Şirnexê diyar jî kir ku ew dê 6 hezar koliyên xurek jî li wan malbatên ku pêwîstiya wan pê heye belav bikin û tekez kir, di maweyê meha Remezanê de, 8 ton goşt dê bigihije xelkê.
Mehmet Yarka amaje bi wê jî kir ku ev helmeta belavkirina goşt û xurek bi ser malbatan de, bi hevkariya hinek karsaz û hemwelatiyan pêk tê û got ku “di vê qonaxê de ev alîkariya bo xelkê, xwedî girîngiyeke mezin e.”
Herwiha Şaredarê Şirnexê ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê, bang li xelkê kir ku li malên xwe bimînin û diyar kir ku ew dê li ser hevkarî û alîkariyên xwe berdewam bin.
Mehmet Yarka di hilbijartinên xwecihî ku 31ê Adara 2019an birêve çûbûn, li ser lîsta AKPê bûbû serokê şaredariya Şirnexê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse