Li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku dibe ku li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê lehî rabe.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê 2 heta 4 pileyan kêm dibe û li gel tozbarînê baran jî dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê da zanîn, tê pêşbînîkirin ku li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare û egera lehiyê heye.

Her wiha hat diyarkirin ku li çend parêzgehan li gel baranê, toz jî dibare û divê xelk li gorî vê yekê tedbîrên pêwîst wergire.

Parêzgehên ku tê texmînkirin dê îro baran li wan bibare Erzirom, Qers, Wan, Meletî, Dîlok, Mereş, Kilîs, Sêwaz, Semsûr û Sêrt in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst