Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê li hev civiyan û pirsa mûçe û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Steven Fagin qebûl kir û wan pirsa mûçe û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, pirsa mûçe û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û herwiha pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin.
Di civînê de her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê, hemfikir bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola Steven Fagin a di bipêşxistina pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir û pesnê hewlên wî yên ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê da.
Pêşhatên dawî yên li herêmê û çend pirsên din ên girîng ên ji bo her du aliyan, mijareke din a civînê bû ku Serokê Dîwanê, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse