Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, bi dirûşma "Em Aştiyê Dixwazin" kampanyayeke komkirina îmzeyan da destpêkirin.
Kampanya dê sê rojan li her derê bajêr berdewam bike û armanc dike ku piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê.
"Em ne mehkûmî siyaseta şer in"
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn îro derbarê kampanyayê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û got:
"Em ne mehkûmî wê siyaseta şer û tariyê ne ku ew diafirîne, em aştiyê dixwazin.”
Banga ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê
Abbas Şahîn bal kişand ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" û diyar kir ku bi vê bangê re hêviya aştiyê ya ku gel bi salan e bi biryardarî xwedî lê derketiye, mezin bûye.
Şahîn di berdwamiya axaftina xwe de wiha got:
"Niha em li dora vê bangê ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê li hev dicivin.
Demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan dikare bê dabînkirin.
Em ligel wê yekê ne ku nasnameyên cuda li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bi hebûna xwe ya resen bi hev re bijîn.”
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê di dawiya axaftina xwe de bangî welatiyan kir:
“Siyaseta şer hejarî, bêkarî, kedxwarî, tûndiyê li dijî jinê û komkujiyan mezintir dike.
Em aştiyê dixwazin ji ber ku em bawer dikin ku em dê komara demokratîk û civaka demokratîk ava bikin.
Em dixwazin xwe bi zimanê xwe yê dayîkê û çanda xwe bi rê ve bibin.
Em hemû bi hev re ji bo aştiyê îmzeyekê biavêjin û erkê xwe yê welatîbûnê bi cih bînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse