Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 4 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê yên ku hatibûn desteserkirin, hatin berdan.
Li Amedê doh 4 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê yên bi navê Muhsîn Aydogdu, Fermandar Kardaş, Yusuf Demîr Polat û Celal Ozer ji ber sedemek ku nehatiye diyarkirin hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê her çar kes birin Birêvebiriya Ewlehiyê Amedê.
Li gorî zanyariyan îro her çar endamên DEM Partiyê piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse