Bihayê zêr nêzîkî 5,000 dolarî bû

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr û Pere Banka Navendî ya Amerîkayê Banka Goldman Sachsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Doha bihayê zêr di dema girtina bazarê de bilind bû bo asteke dîrokî ya nû û gihîşt 4,987 dolarî.

Tenê di roja înê de bihayê zêr ji dordora 4,900 dolarî ber bi 5,000 dolarî ve çû.

Li gorî vê yekê, bihayê zêr di nav hefteya borî de ji sedî 8,36 zêde bûye. Ev di nava şeş salên pêşerojê de bilindbûna herî bilez a hefteyane ya bihayê zêr e.

Îsal ku 24 rojên wê derbas bûne, bihayê zêr ji sedî 11 biha bûye. Pirsgirêkên jeopolîtîk ên cîhanê sedemên sereke yên vê bihabûnê ne.

Banka Goldman Sachsê di pêşbîniya xwe ya nû de eşkere kir ku bihayê zêr di dawiya îsal de dê bigihîje 5,400 dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst