Naveroka deklarasyona hevpeymaniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Rojhilatê Kurdistanê Deklarasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pênc partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê di bin navê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" de tifaqa xwe ragihand û deklarasyona xwe pêşkêşî raya giştî kir.

Di daxuyaniya hevpar de tekezî li ser mafê diyarkirina çarenivîsê yê gelê Kurd hat kirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî diyar kir ku rejîma Îranê di dema xwe ya herî lawaz de ye û divê ev derfet bi yekîtiyê were nirxandin.

"Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" armanc dike ku dawî li parçebûna navbera hêzên Rojhilatê Kurdistanê bîne û eniyeke neteweyî ava bike.

Di danezana ku bi îmzeya PDK-Î, PJAK, PAK, Komele û Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê hatiye belavkirin de, hem daxwazên guherînê yên li nav Îranê û hem jî lêgerîna statuyê ya gelê Kurd hatin destnîşankirin.

Xalên sereke yên deklarasyonê

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bal kişand ser berxwedana li dijî polîtîkayên zextê yên birêvebiriya Tehranê û ev daxwaz û armanc hatin rêzkirin:

Mafê diyarkirina çarenivîsê: Naskirina mafê diyarkirina çarenivîsê yê gelê Kurd li gorî pîvanên navneteweyî û îradeya siyasî ya gel.

Kurdistana Demokratîk: Avakirina pergaleke îdarî ya demokratîk, pirreng û li ser esasê îradeya gel li Rojhilatê Kurdistanê.

Îraneke Sekuler û Federal: Bidawîanîna dîktatoriyê li tevahiya Îranê û avakirina modeleke birêvebiriyê ya laîk, demokratîk, sekuler û federal ku mafên hemû komên etnîkî û olî misoger bike.

Wekhevî û Dad: Parastina tam a mafên jinan, dabînkirina dada civakî û bicihkirina polîtîkayên parastina jîngehê di esasên birêvebiriyê de.

Eniya hevpar a mixalefetê: Hevkariya bi hêzên din ên mixalif û demokratîk ên li seranserê Îranê re li ser bingeha redkirina dîktatoriyê.

“Yekîtiya hêzan êdî neçarî ye”

Piştî îlankirina tifaqê, Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiyê ji bo ku deklarasyon di pratîkê de encamê bide.

Mistefa Hicrî wiha got:

"Komara Îslamî ya Îranê di warê siyasî û leşkerî de di xala herî lawaz a dîroka xwe de ye.

Ji bo ku daxwazên azadiyê yên gelê me bi ser bikevin, ji her demê bêhtir pêdiviya me bi bihêzbûnê heye, ji bo bihêzbûnê jî pêdiviya me bi yekîtiyê heye.

Ev tifaq kesî dûr naxe, berevajî em bangî hemû partiyên din dikin ku di bin vê sîwana hevpar de kom bibin.

Hêza me di yekîtiya me de ye û ev yekîtî dê lawaziya rejîmê veguherîne destkeftiya gel."

Hêzên siyasî yên ku tifaq ava kirine

Partiyên ku di vê koalîsyona nû ya siyaseta Rojhilatê Kurdistanê de cih digirin ev in:

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele)

Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê

Banga "Werin em paşerojê bi hev re ava bikin"

Di dawiya deklarasyona tifaqê de bangî xelkê Rojhilatê Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê li dora vê yekîtiyê bicivin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Azadkirina hemû gelên Îranê girêdayî serkeftina têkoşîna li Kurdistanê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst