Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li cadeyan hatinûçûna xelkê kontrol dikin. Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê kesek hat girtin, ku dixwest bi otomobîleke barhilgir a taybet bi veguhastina kelûpelên xwarinê, 29 kesên Ereb derbasî nav bajarê Hewlêrê bike.
Berdevkê Polîsê Tirafîkê yê Hewlêrê, Fazil Hacî ragihand, li xaleke kontrolê ya li ser rêya Mamizawa, duh 23ê Adarê hêzên ewlehiyê barhilgireke ji corê KIA girtine, ku hewl dabû hejmarek kesan bi awayekê qaçax derbasî nav bajarê Hewlêrê bike.
Ev yek di demekê de ye, ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirtin li belavûna vîrusa COVID-19 qedexeya hatinûçûnê li seranserê herêmê heta 1ê Nîsanê hatiye dirêjkirin û hêzên ewlehiyê li ser rêyên sereke û cadeyên nav bajaran calên kontrolê danîne û çavdêriya rewşê dikin.
Fazil Hacî diyar kir, şofêrê wê barhilgirê wisa xwe derxistiye ku kelûpelên xwarinê vediguhêze, lê piştî pişkinînê aşkera bûye, ku 29 kesên Ereb di otomobîlê de bûne, û wî hewl daye ku wan kesan bi qaçaxî û bêyî ti pişkinînekê derbasî nav Hewlêrê bike.
Berdevkê Polîsê Tirafîkê yê Hewlêrê aşkera jî kir, ku barhelgir tevî wan 29 kesan ve radestî Asayişa Hewlêrê hatine kirin û ew kes di bin çavdêriyeke tund de bo sentera pişkinîn û kerentîneyê hatine veguhestin.
Fazil Hacî diyar kir, ku dê rêkarên yasayî li hember wî şofêrî bêne pêkanîn.
Hacî daxwaz jî kir, ku ti kes bi rêya otomobîlên veguhestina xwarinê hewla veguhastina xelkê û derbaskirina wan bo nav bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê nede, ji ber ku bi gotina wî, dê rêkarên yasayî yên tund li hember wan kesan bêne cîbicîkirin.
Li Herêma Herêma Kurdistanê heta niha 91 kes bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse