'Berdana girtiyên nexweş dê pêvajoya aştiyê bihêz bike'

24-05-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Muzexaneya Gîrtîgeha Amedê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Muzexaneya Gîrtîgeha Amedê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tulay Hatîmogullarî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Girtiyên Nexweş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - DEM Partiyê li Amedê bang li hikûmetê kir ku girtiyên nexweş serbest berde da ku bawerî bi pêvajoya aştiyê zêdetir bibe.

Saziyên mafên mirovan jî piştgiriya vê daxwazê dikin û dibêjin ku ev gav dê bibe sedema bihêztirbûna hêviyên aştiyê di nava civakê de.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê xwest girtiyên nexweş bên berdan da ku bawerî bi pêvajoya aştiyê zêde bibe.

Tulay Hatîmogullariyê li Amedê bangî hikûmetê kir ku ji bo bihêzkirina aştiyê gavên pêwîst biavêje.

Hatîmogullari li Amedê bi hevserokên şaredariyê yên jin ên DEM Partiyê re civiya.

Hatîmogullariyê destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê wek pirsa herî mezin e û got:

"Ji bo ku em vê aştiyê ava bikin, helbet em dizanin berpirsyarî û peywirên me hene.

Heman berpirsyarî û peywir di serî de li ser milê dewletê, li ser milê desthilatdariyê ye jî. Divê berpirsyariyên xwe pêk bînin."

Saziyên mafên mirovan jî ji hikûmetê dixwazin ku beriya her tiştî hezar û 412 girtiyên ku nexweş in ji girtîgehan derxe û wan berde.

Li gorî wan rêxistinan, eger ev gav bên avêtin dê baweriya li hemberî pêvajoya aştiyê jî bihêztir bibe.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ahmet Guler jî da zanîn ku mijara herî girîng niha binpêkirinên li girtîgehan û rewşa binpêkirina mafên girtiyan e.

“Hêvî hene girtiyên nexweş beriya Cejna Qurbanê bên berdan”

Serokê ÎHDya Amedê Ercan Yilmaz jî got, "Niha li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Gava ewil ku divê bê avêtin, serbestberdana nexweşên girtî ye.

Ger ev nexweş bêne berdan wê çaxê dê hêviyeke xurt çêbe."

Yilmaz her wiha destnîşan kir ku ev mijar di nava civakê de meseleyeke psîkolojîk e û wiha pê de çû:

"Ger hikûmet dixwaze di nava civakê de baweriya li hemberî vê pêvajoyê xurt bike, ev hem gaveke hêsan û hem jî gaveke girîng e."

Hem DEM Partî û hem jî partiyên din ên Kurdan dixwazin girtiyên nexweş herî dereng heta 6ê Hezîranê yanî beriya Cejna Qurbanê bêne berdan.

Hêvî heye ku ev daxwaz bê cih da ku baweriya bi pêvajoya aştiyê zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst