Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser "agirbesta Îran û Îsraîlê" got, “Rêya ewlehî û aramiyê dîyaloga avaker e.”
Li gorî nexşerêya Serokê Amerîkayê Donald Trump, qonaxa yekem a agirbesta Îran û Îsraîlê dest pê kir.
Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê lihevkirina li ser agirbesta “giştgir û temam” ragihand û ew agirbest ji 5 qonaxan pêk tê.
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wan “gefên Îranê yên li hemberî xwe nehiştine” û ew agirbesta Donald Trump dipejirînin.
Di çapemeniya Îranê de nûçeyên ku agirbestê dest pê kiriye hatin belavkirin.
Lê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî red kir ku wan bi Îsraîlê re li hevdû kiribe û ragihand ku wan ji bo agirbestê mercên xwe danîne.
“Ez bi dilxweşî pêşwazî dikim”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:
“Ez danezana Serok Donald Trump a ji bo agirbestê bi dilxweşî pêşwazî dikim.
Ez bahwer dikim ku li Rojhilata Navîn yekane rêya ku ber bi aramî, ewlehî û refahê ve diçe diyaloga avaker û tegihiştina di navbera hemû aliyan de ye.
Ez ji bo ku di vê dema krîtîk de pêbendî diyalog û çareseriya aştiyane ya nakokiyan in spasiya Serok Trump û lîderên din dikim.”
I welcome President @realDonaldTrump’s announcement of Iran-Israel ceasefire.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) June 24, 2025
I firmly believe that the only viable path toward lasting stability, security, and prosperity in the Middle East lies in inclusive, constructive dialogue and mutual understanding among all parties.
I…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse